ENKSê li ser Zinara Erebî daxuyaniyek belav kir

23-06-2023
RÛDAW
Logoya ENKSê
Logoya ENKSê
Nîşan ENKS Zinara Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek li ser 49emîn salvegera Zinara Erebî ya li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê belav kir

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Înê di 49emîn salvegera Zinara Erebî ya li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

ENKS di daxuyaniya xwe de anî ziman, “24ê Hezîrana îsal 49emîn salvegera Zinara Erebî li Cizîrê tê bibîranîn. Zinara Erebî ji projeyên herî metirsîdar ên regezperestiyê ye ku hebûna Kurdan dike armanc.”

ENKS projeya Zinara Erebî şermezar dike û daxwaza nehîştina wê û serencam û bandorên wê projeyê dike.

ENKSê di daxuyaniya xwe de li ser dîroka wê agahî jî dan û got, “Sala 1974an Serkirdayetiya Partiya Beis a Sûriyê, projeya Zinara Erebî xiste warê cîbicîkirinê. Sala 1966an li ser bingeha lêkolîna efserê Hêzên Ewlhiya Sûriyê, Mihemed Teleb Hilal amadekarî ji vê projeyê re hate kirin. Komîteya raspartî bi cîbicîkirina projeya Zinara Erebî, dest danî ser zeviyên cotkar û nişteciyên Kurd li Cizîra Rojavayê Kurdistanê û bi dirêjiya 275 kîlometreyan li hêla raserî sînorê Bakurê Kurdistanê û bi kûrahiya 10-15 kîlometreyan ku ew zevî li ser malbat û eşîrên Erebên Hawirdekirî yên ji parêzgeha Reqa û gundewarê Helebê hatin hawirdekirin, dabeş kirin û ew kes li navçeyên Kurdan li 40 komelgehên neştecîbûnê bicih kirin. Ew jî li ser hêlekê ku ji navçeya Eyn Dîwar a ser bi bajarokê Dêrikê ya Cizîrê destpê dike, heta rojavayê bajarê Serê Kaniyê.”

ENKSê got, “Bi wê yekê cotkarên Kurd ji zeviyên xwe yên çandiniyê bêpar man û bi hezaran ji wan jî neçarî koçberiyê bûn. Ev proje berdewamiya projeya serjimêriyê ya sala 1962an li parêzgeha Hesekê ku tê nasname û welatînameyên Sûrî ji dehhezaran Kurdan hatin sitandin, ji bo ku ji gelek mafên hevwelatiyê bêpar bimînin. Serbarî operasyonên Erebkirina navên gund, bajar û bajaran û tunekirina taybetmendî û nasnameya Kurdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst