Li Qersê ji ber lehiyê rêyên gundan hatine girtin

23-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Qers Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qaqizmanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber lehiyê rêya çend gundan hatiye girtin û zerereke zêde gihîştiye zeviyên çandiniyê.

Li navçeya Qaqizmanê ya Qersê barana zêde ya ku ev çend roj in dibare bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike. Piştî baranê li gundên Zuvar, Xar û Payam lehî rabû û lehiyê zerer gihand rêyên çûnûhatinê û beşek ji rêyan hatin girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajar ji bo vekirina rêyên gundê Xar dest bi xebatan kirin.

Li gundê Karabag ê girêdayî navçeyê jî piştî barana zêde çem û rûbar bi serde çûn û lehî rabû. Lehiyê li vî gundî jî zererek zêde gihand zeviyên çandiniyê û tîman ji bo destnîşankirina zerer û ziyanan dest bi xebatan kirin.

Muxtarê Gundê Zuvar Abdurrahman Agadeve, ragihand  tîm hewl didin rêyên gundên wan vekin û got, “Zererên canî nîn in lê zerer gihîştiye berhemên çandiniyê û rêyan.”

Muxtarê Gundê Zuvar Abdurrahman Agadeve got, “Barana ku bi şev bariya bû sedema lehiyê. Niha li vê derê tîm kar dikin û rêyan vedikin. Xwedê karesetek wiha careke din neyne serê me. Zererên canî nîn in, lê zerer  gihiştiye berhemên çandiniyê û rêyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst