Mêrdîn (Rûdaw) - Endamên Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji sala 87an ve li ser berhevkirina peyvên Kurmancî yên li ber wendabûnê, civînên xwe li bajarên cuda yên Kurdistanê û cîhanê pêk tînin. Hejmareke zêde ye zimanzanên ji her 4 perçeyên Kurdistanê di vê komê de cî digirin. Salê 2 caran bi dirêjiya hefteyekê kom dibin.
Civîna vê carê ji bo bîranîna endamê vê komê yê koçkirî Hemîdê Smaîlaxa, ji aliyê Weqfa wî ve hatiye rêkxistin û li warê Hemîd Kilinçaslan li navçeya Qoserê ya Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê tê kirin.
Hevkarên wî bi dilekî şikestî dest bi civînê dikin, ji ber ku bi gotina wan, nêçîrvanê peyvên Kurmanciya berriya Mêrdînê, Hemîdê Smaîlaxa ne di nava civata wan de ye. Maşallah Dekak çû Qoserê û ev rapor li ser Koma Kurmanciyê amade kiriye.
Endamên Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ku ji sala 87an li ser berhevkirina peyvên Kurmancî yên li ber mirinê civînên xwe li bajarên cuda dikin civîna xwe ya 67an vê carê li Qoser a Mêrdînê kirin. Civîn bi piştgiriya Weqfa Hemîdê Smaîlaxa hate kirin.
“Biparêze nexş û al
Heger te ji bîr kir ziman
Hingê namîne Kurdistan...”
Xwediyê van gotinan Hemîdê Smaîlaxa berî sal û nîvekê ji ber Koronayê canê xwe ji dest da. Ew di saxiya xwe de û di mirina xwe de jî her bi Kurdî derkete pêş. Endamekî çalak ê Koma Kurmancî ya Enstîtuya Parîsê bû.
Hevalên wî yên zimanzan vê carê civîna xwe ya 67an li Qoser a Mêrdînê li nêzî gora Hemîdê Smaîlaxa li dar xistin. Lê civîn bi dilşikestinê dest pê kir. Ji ber ku nêçîrvanên peyvên kurmancî Hemîdê Smaîlaxa êdî ne di civînê de bû.
Zimanzanê ji Kafkasyayê Têmûrê Xelîl diyar kir ku Hemîd Kiliçaslan niha jî bi wan re ye û anî ziman, “Hemîdê Smaîlaxa niha jî bi me re ye. Li ser xwe bibêjim gava ku li ser gotinekî difikirim ez berê xwe didime wî ez dibêjim heger ew sax bûya ew ê çawa bigota, çi bigota, carna ji min re li hev tê ku wê wiha bigota û rast derdikeve. Ev camêr, lawên wî ev civîn organîze kirine. Ev civîn ne tenê ji bo xatirê bavê xwe, ji bo xatirê xwe tevan kirine.
Civîn vê carê bi beşdariya endamên komê yên ji Bakur, Başûr û Kafkasyayê dest pê kir. Yek bi yek li ser peyvan axivîn û bikaranîna wateya peyvên li ber mirinê ji hev cuda kirin.
Zimanzanê ji Bakurê Kurdistanê Reşo Zîlan li ser civînê got, “Em salê du caran, her carê heftiyekî dicivin. Lê bi şertê ku em ji herêmên cuda cuda bin. Kesên kurmancîaxêv, kesên ku zimanê xwe pir baş dizanin, em wan dikarin weke enformator bi kar bînin. Û me hewl da ku em ji gelek devokên kurmancî îstifade bikin.”
Her çiqas civîn bi 12 kesan pêk hatibe jî endamên vê komê zêde ne. Lê hinek ji wan ji ber sedemên siyasî û hinek ji wan jî ji ber sedemên aborî nekarîn di vê civînê de amade bin. Nexasim jî zimanzanên ji Rojava û Rojhilatê welat.
Zimanzanê ji Başûrê Kurdistanê Fazil Omer anî ziman, “Em dengê xwe bigihînin hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêdiviye xemek ji vê komê bête xwarin, lînkek ligel bête çêkirin û hevbendî bête xurtkirin. Çi ji aliyê zimanzanan ve, çi ji aliyê akademîsyenên herêma Kurdistanê ve, ew hevbendî çêbe û xebatê vê komê li nava Herêma Kurdistanê bikeve pratîkê.”
Koma Kurmancî ku heta niha bi dehan hezar peyv zindî hiştine, dixwazin ew peyvên ku ew bi awayek bi rêk û pêk dikin giyana xwe berde nava civak û bazarê. Nexasim jî di medya û perwerdekirina zarokan de.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse