Li ser bermahiyan bû şerê hirç û kûçikan

23-06-2022
RÛDAW
Li navçeya Qamûşanê a ser hirç û segek li ser xwarinê şer hev dikin dikin.
Li navçeya Qamûşanê a ser hirç û segek li ser xwarinê şer hev dikin dikin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, hirç û seg li ser xwarinê şerê hev kirin. Dîmenên şerê di navbera hirç û seg de ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, debar û peydakirina xwarinê ne tenê ji bo mirovan, lê ji bo lawir û temamê giyaneweran zehmet bûye.

Li navçeya Qamûşanê a ser hirç û segek li ser xwarinê şer hev dikin dikin.

Li gor dîmenan hirçên birçî, ji bo peydakirina xwarinê daketine navenda navçeyê û li ser sergoyê rastî segên kolanan tên û li ser paşmayên xwarinê êrîşî hev dikin.

Dîmenên şerê hirç û segan ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatine tomarkirin. Ji ber ku daristan nêzîkî navçeya Qamûşanê ne, ajelên kovî berdewam dadikevin navenda bajêr û li xwarinê digerin û hinek caran jî bi vî rengî şerê di navbera wan de dibe nûçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst