Hêzên Tirkiyê îşkence li 3 ciwanên Kurd kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê Hêzên Tirkiyê îşkence li 3 ciwan ên Kurd kirine û bi tundî li wan dane. Hat diyarkirin ku cendirmeyan ew her sê ciwan piştî îşkenceyê ji sînor dûr xistine.

Dildar Mecîd Silêman ê 18 salî, birayê wî Dilyar Mecîd Silêman ê 16 salî û Malik Xedban ê 16 salî ji Rûdawê re axivîn û diyar kirin ku wan dixwestin ku bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin û ji wir derbasî Ewropayê bibin lê leşkeran ew girtine.

Malbatên ciwanên bi navên Dildar Mecîd Silêman 18 salî, Dilyar Mecîd Silêman yê 16 salî û Malik Xedban yê 16 salî ji Rûdawê re gotin, dema ku wan her 3 ciwanan dixwstin bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bibin û ji wir biçin Ewropa, cindirmeyên Tirkiyê ew li ser sînor girtine û rût û tazî kirine û li wan xistine û bi giranî îşkence kirine.

Ew ciwan ji gundê Sinceqa Sedûn ya Amûdê ne.

Dilyar Mecîd Silêman ê yek ji wan kesên ku îşkence lê hatiye kirin, beşdarî bultena Rûdawê û ji Dilbixwîn Dara re behsa bûyerê kir.

Dilyar Mecîd Silêman got, ”Ez, birayê xwe û hevalekî xwe ji vir çûn ser sînor, me dîwar derbas kir. Gule berdan û em birin cihê ku pirek lê hebû. Paşê dest bi lêdanê kirin.”

Dilyar Mecîd Silêman her wiha anî ziman, “Dem êvar bû. Em ferq kiribûn. Ji me pirsîn, “Hûn Kurd î yan Sûrî ne? Paşê pirsîn ka em misilman in, em kêfxweş bûn. Me digot qey ew ê me berdin. Ez du caran bêhiş ketim. Heta ku em ji ser hişê xwe diçûn li me dixistin. Nêzîkî saetekê bû. Bi dar û lûleya hesinî li me xistin.

Paşê em avêtin wir, em hatin ser xwe. Konek hebû, me rêya Amûdê pirsî û paşê em çûn nexweşxaneyê.

Niha lingê min şikestiye, li pişt serê min dirûn hene.”

Dilyar Mecîd Silêman wêneyên birayê xwe yê mezin Dildar ê ku di encama îşkenceyê de birîn bûbû, nîşan da û diyar kir ku hevalê wî Malik Xedban jî hîn nikare rabe ser xwe.