Xwendekarên Kurd di projeyeke navdewletî de bûn duyem

23-06-2021
RÛDAW
Nîşan Xwendekarên Kurd Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Amedê di pêşbaziya projêya di navbera lîseyan de ya  Kasa Zanist û Teknolojiyê ya Ciwanên Gerdûnî (GYSTB) ku li HongKongê pêk hat, bi 2 porjeyan li ser asta cihanê bûn duyemîn û Xelata Taybet a Jûrî wergirtin.

Xwendekarên Kolaja Okyanusê ya Amedê yên bi navê Melîsa Kalkan û Mustafa Yîgît Tuzun di pêşbaziya Kasa Zanist û Teknolojiyê ya Ciwanên Gerdûnî (Global Youth Science and Technology Bowl GYSTB) ya ku 19-20ê Hezîranê de li Hong Kongê wek online hat lidarxisitn di warê kîmyayê de li ser asta cîhanê de bûn duyemîn û di warê biyolojiyê de Xelata Mansiyon wergirtin.

GYSTB ku yek ji mezintirîn rêxistinên zanistî li cîhanê yê di 19-20ê Hezîran de, ji 26 welatan bi 133 projeyên cihêreng li ser online pêşbazî kirin.

Di pêşbirkê de xwendekarên Amedê yên bi navê Melîsa Kalkan û Mustafa Yîgît Tuzun di warê kîmyayê de pi projeya bi navê “Bi dendika biyokê xorakê biparêze" li ser asta cîhanê bûn dûyemîn.

Herwiha di heman pêşbaziyê de xwendekarên bi navê Hîra Derya Kazançci, Havin Doger ve Şervan Aslan jî di warê biyolojoyê de bi projeya bi navê “Em Birînên Xwe bi Pûngê Dipêçînin” xelata Mansiyon wergirtin.

Kasa Zanist û Teknolojiyê ya Ciwanên Gerdûnî (GYSTB) li Hong Kongê di warê biyolojî, kîmya, fîzîk û endezyarî de pêşbaziyeke projeya zanista xwendekar a navneteweyî ye. GYSTB ji aliyê Federasyona Komên Ciwan a Hong Kongê ve tê organîzekirin.

Armanca pêşbaziyê ev e ku zanist û teknolojiyê pêşve bixe, ji ciwanên cîhanî re platformek peyda bike da ku afirînerî û hişmendiya wan a zanistî pêşve bibe, û danûstandina raman, berjewendî û behreyên zanistî di nav zanyarên ciwan de hêsan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst