Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idirê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema helandina berfa quntarê Çiyayê Agirî lehî rabû.
Ji ber ku berfa quntara Çiyayê Agirî dihele av zêde diherike û bi xwere ax û kevir jî anîn deşta Idirê. Ava ku diherikê di cihoka çem de bi dîmenên balkêş bala welatiyên herêmê jî kişand.
Niştecihên gundê Ahura li derdora çem kom bûn û dîmênên lehîyê girtin.
Niştecihên gundê Ahura diyar kirin ku ev bûyer ji her 4-5 salan carekê diqewime û gelek caran ji ber lehî bi xwe re keviran jî tîne, zeviyên gund zirar dîbînin.
Yek ji niştecihên gundê Ahurayê Aydın Yikit, diyar kir ku ev bûyer 4-5 salan carekê diqewime.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse