Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di dema êrişa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê de her tişt li paş xwe hiştin û ji bajarê xwe derketin.Belgename û şehadeyên xwe yên xwendinê jî bi xwe re nebirin, dema ku hatin Başûrê Kurdistanê rastî pirsgirêka xwendinê hatin, ji ber ku Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê belgename ji wan xwestin.
Şer dijwar yê li ser Serê Kaniyê wiha kir ku xelk bi cilên li ber xwe birevin û tenê cane xwe rizgar bikin. Lewma gelek malbat bê belge û nasname ji malên xwe derketin.
Xelka bajarê Serê Kaniyê Pîroza Celal Tahir dibêje: “Teyare hatin, êdî em şaş bûn me nezanî ka çi bikin. Min zarok derxistin dengê teyareyan dihat, zarok ditirsiyan. Gelek tehda li me bû. Niha li Serê Kaniyê di malan de tiştek nemaye.”
Xwendekar Elend Sedûn Eyo yek ji sedan xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ye, ku penaberiyê ew ji hejmareke mafên wî yên xwendinê kiriye.
Êrîşa Turkiyê li ser bajarê Serê Kaniyê, Elend û malbata wî neçar kirin ku birevin. Piştî 16 rojan li kolanên Til Temir, Ebo Rasên û Hesekê mayîn, berê xwe dan Herêma Kurdistanê û li Kampa Berdereş a Duhokê binecih bûn.
Elend ê 15e salî yekem e li ser dibistana xwe. Rojane zêdeyî 8 saetan mijûlî xwendina xwe dibû, lê nebûna belgeyên wî yên xwendinê ew bê zar kiriye û dilê wî ji xewndina wî sar kiriye.
Xwendekar Elend Sedûn Eyo jî dibêje: “Dema şer çêbû ma dê xwe xilas bikira yan jî belgenameyên xwe rizgar bikira. Li vê derê ji min dipirse ka belgenameyên wê, ma ez dê ji kuderê bînim. Niha dibêjin eger hûn belgenamyên xwe neynin hûn nikarin xwendinê bikin.”
Li gor giştenameyeke Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê ku li 8ê vê mehê li ser hemû rêveberiyên giştî hatiye belavkirin, her penaberek Rojavayê Kurdistanê ku belgeyên wî yên xwendinê tunebe, nabe bi ti rengan bawernameya derçûn, veguhestin, wergêran û piştgiriyê werbigre, heta belgeyan peyda bike.
Herwiha bi zûtirîn dem lijne li rêveberên giştî yên perwerdê werin avakirin ji bo destnîşankirina xwendekarên bê belge û bawername.
Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibêje ku Herêma kurdistanê erkê xwendevanên Rojavayê Kurdistanê li xwe girtiye û wan pilaneke nû jî ji wan xwendekaran re heye, reng e hemû kêşeyên wan çareser bibin.
Wezîrê perwerdeya Kurdistanê Alan Heme Seîd ji Rûdawê re ragihand, wan di vê derbarê de civînek çêkirin, ew dê hewl bidin siyaseta integerasyonê bicî bikin û ew pirsgirêk dê çareser bibe û dê xwendekarên bê belgename werin testkirin ji bo ku bê zanîn her xwendekarek di çi polê de bixwîne.
Wezîr Perwerdeya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd jî got: “Me hinek esasên xwe hene ji bo wergirtina xwendekaran. Li her welatî proseya bawername û ezmûnan gelek girîng in, nabe ku guman di bawernameyan de hebe. Çarşema borî li Duhokê aliyên peywenîdar derbarê vê mijarê de civiyan ku çawa dikarin pirsê çareser bikin.”
Li gor rênimayan, niha her xwendevanek ku bê belge û bawername be, ji pola 1 heta 3 ezmûn ji wan re tê kirin û li gor encaman tên qebûlkirin û tu kêşeyên wan namîne.
Li gor zanyariyên taybet bi Rudaw ê, eger pilana Wezareta Perwerdeyê hat pesendkirin, êdî dê ezmûn ji xwendekarên pola 4 heta 12ê re jî were kirin û dê heman serederiya xwendekarên Herêma Kurdistanê li gel xwendekarên penaberan were kirin û ev pilan wê ji pola 1 bineretî destpê bike.
Niha 427 xwendekar li Kampa Berdereş, 94 li kampa Giwêlan û nêzîkî 350 xwendekarên din li seranserê Herêma Kurdistanê ji hejmareke mafên xwe yên xwendinê bê par in, belko ev kêşe ne tenê kêşeya Elend be, lê ew û gelek hevalên xwe çaverêyî çareseriyekê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse