Balyoz û Konsulê Brîtanya xatir ji serok Barzanî xwestin

Hewlêr (Rûdaw) – Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey û Konsulê wî welatî yê li Herêma Kurdistanê James Thornton dawî li erkên wan hatiye û ji bo xatir xwestinê serdana serok Barzanî kirin û ji aliyê serok ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de, proseya siyasî û hilbijartinên bê û qonaxa bê ya li Iraqê û herwiha hevkêşeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û têkiliyên Herêm û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de behsa wan “astengiyên emnî û siyasî jî hat kirin ku li pêşiya Herêma Kurdistana Iraqê hene.”

Di beşeke din a civînê de, bandora siyaseta navdewletî û herêmî di paşeroja Iraqê de û rêyên ji bo pêkanîna seqamgîriyê li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê civînê de “pêngavên ji bo pêkanîna navendên hemahengiya serbazî di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Iraqê de û çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de” hatin gotûbêjkirin, û hewlên yekxistina hêzên pêşmerg di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de weke “pêngavên giring” hatin binavkirin.

Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û xebata ji bo pêşxistina wan peywendiyan mijarekî din ê vê hevdîtinê bû.