Artêşa Tirkiyê deverên sînorî yên Amêdiyê û Zaxo bombebaran kir

23-06-2020
RÛDAW
Artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dike
Artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişê deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dike
Nîşan Artêşa Tirkiye Başûrê Kurdistanê Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî weke berdewamiya êrişên xwe ku ev 8 roj in berdewam e, çend deverên sînorî yên herdu navçeyên Zaxo û Amêdiyê yên ser bi parêzgeha Duhokê ve bi firokeyên şer bombebaran kirin.

Ev 8 roj in artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyonek bi navê “Çengê Piling” daye destpêkirin û berdewamî deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê şeva derbasbûyî saet 23.00 heta 00.30 bi awayekî nizim bi ser deverên Zaxo ve firiyane û piştî saet 00.30ê li deverên sînorî yên Zaxo û Amêdiyê dest bi bombebaranê kirin.

Nasir Elî da zanîn ku li herêma Dêrkarê heta sibê saet 04.00 êrişên firokeyên artêşa Tirkiyê berdewam bûye.

Li navçeya Amêdiyê jî saet 00.00 çar firokeyên Tirkiyê bi ser asmanên herêma Dêreluk û Şîladizê firyane û saet 02.00 dest bi bombebaranê kirin.

Peyamnêrê me da zanîn ku cudahiya bombebaranên şevê din ên ji pêştir ew e ku vê care hejmara firokeyan zêdetir bûn ku berê yek an du firoke beşdar dibûn, lê şevê din 6 firoke beşdar bûne.

Nasir Elî herwiha eşkere kir ku artêşa xwe bi hemû hêza xwe, weke hêzên komando, cerdevan û hêzên asmanî êrişên xwe dike, bergeriya gerîlayên PKKê jî li hemberî êrişên Tirkiyê lawaz e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst