Serokê Şaredariya Dêrsimê bi vîrûsa Coronayê ket

23-06-2020
RÛDAW
Maçoglu dibêje rewşa wî baş e
Maçoglu dibêje rewşa wî baş e
Nîşan Coronavirus Dêrsim Fatih Mehmet Maçoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Testa koronayê ya Serokê Şaredariya Dêrsima Bakurê Kurdistanê Fatih Mehmet Maçoglu pozîtîv derket. Maçoglu li ser medya civakî vîdeoyek belav kir û ragihand ku rewşa wî baş e.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu ku wek `Serokê Komunîst` tê binavkirin ragihand ku testa wî ya Covid-19ê pozîtîv derketiye.

Maçoglu li ser medya civakî vîdeoyek parvekiriye û dibêje: “Doh piştî ku qirka min êşiya li gor testên min ên li nexweşxaneyê hatin kirin, testa min a koronayê pozîtîv derketiye. Çareserkirina min a li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê berdewam e. Bi hêviya di demeke kurt de haya me ji hev hebe.”

Li ser medya civakî gelek kesên ku Maçoglu dişopînin jî hêviya başbûnê jê re xwestin. Piştî nûçe belav bû, Maçoglu ragihand ku rewşa wî baş e û got: “Ji ber gelekî li me digerin telefonên me rawestiyane. Em dê rojane agahiyan bidin. Bo baldariya we spas. Bi hêviya di demeke kurt de hev bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst