Li Efrînê grûpeke çekdar fidye li ser kesekî miriye ferz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpeke çekdar a opozisyona Sûriyê fidye li ser malbata welatiyekî Efrînî ku ji 3ê mehan ve miriye ferz kirine.

 

Grûpa çekdar a opozisyona Sûriyê Emşat fidye li ser malbata welatiyê bi navê Hisên Xoce ku ji 3ê mehan ve miriye ferz kiriye.

 

Li gor ofîsa ragihandina partiya el-Wehde li Efrînê, kesê ku grûpa Siltan Silêman Şah fidye li ser ferz kiriye, berî sê mehan li devera Şehbayê li bakurê Helebê miriye.

 

Çekdarên grûpa Silêman Şah ku bi navê el-Emşat tê naskirin çûne ser mala kesûkarên wî li gundê Çeqelê Jorîn û daxwaza fidyê li wan kirine bi behaneya ku wî di komîna gund de ya ser bi Rêveberiya Xweser ve kar kiribû.