VÎDEO - 85emîn Salvegera kuştina Simko bû

23-06-2015
Eskender Ceiferî
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - 85 salan beriya niha Simayîl Axayê Şikak yê bi navê Simko tê nasîn, li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi biryara şahê Îranê hat kuştin.

 

Piştî ku sala 1905an, Cewer Axayê Şikak ku birayê Simko bû, li Tewrêzê hat kuştin, Simayîl Axa soz da şerê wî li dijî hikûmeta wê demê ya Îranê berdewam bike.

 

Şerê Simko tenê şerê netewî bûye û kariye di serhildana xwe ya 25 salan de, nêzîkî ji sedî 50 axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol bike.

 

Dema ku Riza Şah çûbû serdana Simko, wî pêşwaziya Riza Şah kiribû û ew nekuştibû. Pişt re bixwe wiha gotibû: “Min Riza Şah nekuşt lê ewê min bikuje.”

 

Piştî heyamekê jî Simayîl Axa, bi biyara Riza Şah li bajarê Şinoyê yê parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst