Ehmed Turk: Bila MÎT û artêşa Tirkiyê Kelha Mêrdînê vala bikin

23-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) – Hevşaredarê bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê, Ehmed Turk ragihand, divê hêzên artêşê û MÎTê yên Tirkiyê Kelha Mêrdînê vala bikin ji ber ku ew dixwazin wê derê ji geştiyaran re vebikin.

Li gorî rojnameya Tarafê, şandeke Balyozxaneya Almanya ya li Enqerê îro serdana bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê kir û bi hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk re rûnişt.

Di hevdîtinê de Turk diyar kir ku dema şaredariya Mêrdînê wergirtine gellek deyinên wê hebûye ji ber ku heta avahiyek nebû tê de rûnên û karên xwe bikin.

Ehmed Turk her wiha diyar kir, Mêrdîn bajarekî tûrîstî ye û ew dixwazin bi pilan û projeyan bajêr di warê tûrîzmê de geş bikin.

Hevşaredarê Mêrdînê behsa Kelha Mêrdînê jî kir û got, ev 50-60 sale Kelha Mêrdînê ji aliyê NATO ve wek navendeke leşkerî tê bikaranîn û da zanîn, beriya niha biryara valakirina kelhê hatibû dayîn lê heta niha jî leşker û MÎT li nav kehlê de dimînin lê êdî divê Kelha Mêrdînê were valakirin û bibe cihekî tûrîstî.

Ehmed Turk, destnîşan kir ku Kurdistan tenê ya kurd nîne ji ber ku 5 hezar sal e kurd, suryanî û ermenî bi hev re li Kurdistanê dijîn û got, li bajarê Mêrdînê û li hinek navçeyên wê jî gelê ereb jî heye û em dixwazin rêveberiyek wisa bidin avakirin ku mafên van gelan înkar neke.

Turk anî ziman ku eger Tirkiye mîna bajarê Mêrdînê ba û gelên Tirkiyê mîna gelên Mêrdînê bi hev re jiyaban niha li Tirkiyê ti pirsgirêkek nebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst