Tirkiyeyê êrişî Minbicê kir: Kuştî û birîndar hene

23-05-2024
Nîşan Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Tirkiyeyê gundên Kantona Minbicê topbaran kirine.

Li gorî daxuyaniyê, gundê Osecliyê hatiye topbarankirin û ji heman malbatê 4 kes birîndar bûne.

Tirkiyeyê herwiha gundê Um Setihê jî topbaran kiriye û di vê êrişê de jî jinek hatiye kuştin.

Tirkiye ji 5ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve bi awayekî dijwartir êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.

Gelek caran saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê dike hedef û êrişên Tirkiyeyê gelek caran jî dibin sedema mirina sivîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst