Li Bedlîsê gundiyan dest bi çandina birinc kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Tibxiyê ya navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê dest bi çandina birinc hat kirin.

Birinc bi rê û rêbazên bav û kalan tê çandin ku bi sedan sal in hene.

Tibxî 20 kîlometreyî dûrî navçeya Hîzanê ye û çandina birinc her sal van çaxan di mehên gulan û hezîranê de dest pê dike.

Xelkê vî gundî alîkariya hev dikin, hemû bi hev re her roj li zeviya yekî dixebitin.

Despêkê ew berê avê didin ser mişarên birinc û paşê jî şiltokê birinc lê direşînin.

Li gundê Tibxiyê li ser rûberê 300 dekar zeviyî birinc tê çandin.