Dilşad Şehab derbarê dema hilbijartinan daxuyanî da

23-05-2024
RÛDAW
 Dilşad Şehab li Konsolxaneya Îranê ya Hewlêrê ji rojnamegeran re axivî / Wêne: Rûdaw
Dilşad Şehab li Konsolxaneya Îranê ya Hewlêrê ji rojnamegeran re axivî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şehab
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku ji bo diyarkirina roja hilbijartinan ew li benda komîsyonê ne.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab piştî serdana şîna Serokkomarê Îranê Îbrahîm û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abduliyan li Konsolxaneya Îranê ya Hewlêrê ji rojnamegeran re axivî.

Dilşad Şehab li ser roja diyarkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê got:  

“Em li bendê ne komîsyon bicive û pêdaçûnê di bermaya xwe de bike. Em li hêviya wan in. 

Heta niha komîsyona pabend e bi wê demê ku ji bo wê hatiye diyarkirin.

Eger nikare hilbijartinê di wê demê de pêk bîne divê me agahdar bike.

Kengî komîsyonê em agahdar kirin dê rojekê ji bo lidarxistina hilbijartinan diyar bikin.”

Li aliyê din îro Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê Cumane Xelayî jî eşkere kiribû ku ew nikarin 10ê Hezîranê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li dar bixin.

Cumane Xelayî diyar kiribû ku ew li hêviya belgenameyekê ne ku Serokatiya Herêma Kurdistanê demeke din ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike û ji wan re bişîne.

Parlamentoya Îraqê dema yasayî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, heta 6ê Kanûna Pêşina 2025an dirêj kir.

Dirêjkirina dema Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê tenê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Ji bo hilbijartinên sala bê yên Parlamentoya Îraqê dê komîsyoneke nû bê erkdarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst