Li Zapê leşkerek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Wezaretê di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku leşkerekî wan li herêma Zapê ya Herêma Kurdistanê pê li teqemeniyekê kiriye.

Wezaretê diyar kir ku hêzên wan ew leşker bi birîndarî gihandiye nexweşxaneyê lê ew nefilitiye.

Li hêla din, hat ragihandin ku navê wî leşkerî Vedat Zorba ye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.