PAKURDê eşkere kir ku ew dê di gera duyemîn de piştgiriyê bidin kê
Hewlêr (Rûdaw) - PAKURDê ragihand ku ew dê di hilbijartina 28ê Gulanê ya Serokkomariyê de piştgiriyê bidin berbijêrê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.
Li ser mijarê ji aliyê Konseya Serokatiya Partiya Kurdistanî (PAKURD) ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.
PAKURDê di daxuyaniya xwe de dibêje “Encamên gera yekem a hilbijartinê careke din têkçûna siyaseta kurd bi giştî piştrast kir.”
Herwiha di daxuyaniya PAKURDê de hat gotin “Eşkere ye ku gera duyemîn dê ji bo Recep Tayyîp Erdogan bibe dengê pêbaweriyê û em ne li gel dayîna vî dengî ne.”
Derbarê piştgiriya berbijêrê serokkomariyê de PAKURD wiha dibêje “Di gera duyemîn a hilbijartina Serokomariyê ya 28ê Gulana 2023an de, li dijî Recep Tayyîp Erdogan, ne bi dil be jî em dê piştgiriya Kemal Kiliçdarogluyê ku Elewî û Kurdekî Dêrsimî ye bidomînin.”
Aziz Kürdistan Milletine;
— ibrahim halil baran (@ixbaran) May 23, 2023
14 Mayıs 2023’te yapılan ve ikinci tura kalan Cumhurbaşkanlığı seçimleriyle ilgili iki bildirge yayınlamış, önerilerimizin yanı sıra, gerekçeleriyle birlikte tutum ve kararlarımızı da Kürdistan kamuoyuna açıklamıştık.
Seçimin ilk turdaki sonuçları, bir… pic.twitter.com/6hADc0Bh2E