Hewlêr (Rûdaw) - HPGê nasnameya gerîlayên ku di şerê 15-16ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihandibû ku 4 leşker û cerdevanekî hatine kuştin.
15-16ê Gulanê de li herêma Besta ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketibû.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di derbarê şer de ragihandibû ku 4 leşker û cerdevanekî hatine kuştin, herwiha 2 gerîlayên PKKê jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest dane.
Li aliyê din baskê leşkerî yê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û nasnameya gerilayên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya HPGê nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Mehmet Şakir Alici bi nasnavê Dilşêr Çiyareş ji Wanê û Dîcle Yemen bi nasnavê Bawer Med ji Colemêrgê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse