Nuşîrevan Elçî bersiv da şêwirmendê Erdogan: Hûn dibêjin Kurd PKK ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî bertek da Ahyan Oganê ku hilbijêrên Kurd ên ku piştgirî dane Kiliçdaroglu bi PKKyê pêywendîdar kiribûn

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Ayhan Ogan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, dengên CHPê yên ku di sala 2018an de li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê stendin, bi dengên Kemal Kiliçdaroglu yên di hilbijartinên 14ê Gulanê de dan ber hev û got “Birêz Kiliçdaroglu welatperwer e, çi eleqeya wî bi PKKê re heye canim.”

“Hûn heman şîroveyê ji bo peravên deryayê û Egeyê jî dikin?”

Serşêwirmendê Karûbarên Yasayî û Siyasî yê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî bertek da parvekirina Ayhan Ogan û got “Hûn heman şîroveyê ji bo peravên deryayê û Egeyê jî dikin, nexwe hûn dibêjin Kurd PKK ne?”

Nuşîrevan Elçî wiha bersiv da şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Ayhan Ogan:

Ayhan Ogan, we dengên ku li beşeke welat dane birêz Kiliçdaroglu nîşan daye, hemû kesên ku dengê xwe danê wek alîgirên PKK'ê îlan kiriye. Hûn heman şîroveyê ji bo peravên deryayê û Egeyê jî dikin, nexwe hûn dibêjin Kurd PKK ne? Kurdan di 14 gulanê de dersa pêwîst da we, di 28ê Gulanê de dê careke din jî bide.”