Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî bertek da Ahyan Oganê ku hilbijêrên Kurd ên ku piştgirî dane Kiliçdaroglu bi PKKyê pêywendîdar kiribûn
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Ayhan Ogan di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, dengên CHPê yên ku di sala 2018an de li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê stendin, bi dengên Kemal Kiliçdaroglu yên di hilbijartinên 14ê Gulanê de dan ber hev û got “Birêz Kiliçdaroglu welatperwer e, çi eleqeya wî bi PKKê re heye canim.”
Sayın Kılıçdaroğlu vatanseverdir PKK ile ne alakası var canım pic.twitter.com/UwakW6j23K
— Ayhan Ogan (@ayhan_ogan) May 23, 2023
“Hûn heman şîroveyê ji bo peravên deryayê û Egeyê jî dikin?”
Serşêwirmendê Karûbarên Yasayî û Siyasî yê Serokê Giştî yê CHPê Nuşîrevan Elçî bertek da parvekirina Ayhan Ogan û got “Hûn heman şîroveyê ji bo peravên deryayê û Egeyê jî dikin, nexwe hûn dibêjin Kurd PKK ne?”
Nuşîrevan Elçî wiha bersiv da şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyê Ayhan Ogan:
Ayhan Ogan, we dengên ku li beşeke welat dane birêz Kiliçdaroglu nîşan daye, hemû kesên ku dengê xwe danê wek alîgirên PKK'ê îlan kiriye. Hûn heman şîroveyê ji bo peravên deryayê û Egeyê jî dikin, nexwe hûn dibêjin Kurd PKK ne? Kurdan di 14 gulanê de dersa pêwîst da we, di 28ê Gulanê de dê careke din jî bide.”
Ayhan Ogan, ülkenin bir kesiminde Sayın @kilicdarogluk verilen oyları gösterip oy verenlerin tamamını PKK sempatizanı ilan etmişsiniz. Aynı yorumu sahil şeridi ve Ege için de yapıyor musunuz, yoksa Kürtler Pkk’dir mi diyorsunuz? Kürtler size gereken dersi 14 Mayısta verdi 28… https://t.co/0v7xcCzjIT
— Nuşirevan Elçi (@nusirewanelci) May 23, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse