Ozdag û Kiliçdaroglu li hev kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umit Ozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand “Me danê êvarê bi Berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Birêz Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kir, em li ser metna lihevkirinê xebitîn. Em dê sibe demjimêr 11:00an de di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku em ê li Navenda Giştî ya Partiya Zaferê li dar bixin de agahiyên berfireh bi miletê mezin ê Tirk re parve bikin.”

Umît Ozdag ragihand ku îro danê êvarê bi berbijêrê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kiriye.

Ozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyên ji civînê parve kir û wiha got:

“Me danê êvarê bi Berbijêrê Serokomariyê yê Tifaqa Millet Birêz Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kir, em li ser metna lihevkirinê xebitîn. Em dê sibe demjimêr 11:00an de di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku em ê li Navenda Giştî ya Partiya Zaferê li dar bixin de agahiyên berfireh bi miletê mezin ê Tirk re parve bikin.”