Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ragihand “Kemal Kiliçdaroglu ji Qendîlê fermanê werdigre.”
Recep Tayyip Erdogan, roja Sêşemê 23ê Gulanê li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de mîtîngek saz kir.
Erdogan, rexne li Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu girt û got: “Kiliçdaroglu li parlamentoyê bi alîgirên PKKê re civiyaye.”
Erdogan wiha axivî:
“Meletiyê derfet neda wan kesên ku bi alîgirên terorê re tevdigerin. Meletiyê ji wan kesên ku gelê me wek Elewî-Sunî, Kurd û Tirk dabeş dikin re got; raweste. Bay bay Kemal ji kîderê fermanê werdigre? Ji Qendîlê werdigre. Baş e, hevdîtinên li parlamentoyê bi kê re dike? Bi alîgirên PKKê yên li parlamentoyê re dike. Çiqas terorîst hebin, bay bay Kemal bi wan re dimeşe. Welat û milletê min, dê roja Yekşemê wan kesên ku bi terorê re tevdigerin di sindoqan de binax bike?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse