Îsmaîl Beşîkçî: Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin goristanên xwe jî biparêzin

23-05-2022
RÛDAW
Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî
Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Kurdistan Aboriya Rûsyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Civaknas û nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem nîzameke cîhanê ya li dijî Kurdan hate avakirin, Kurdistan hate parçekirin û parvekirin û Kurd hatin înkarkirin û got, “Kurdistan ne kolonî ye jî, xwezî kolonî bûya. Dibe ku îro ew jî wek welatên din ên hatine dagirkirin serxwebûna xwe bi dest bixista.” Beşîkçî her wiha destnîşan kir, heger dewleta we tunebe, hûn nikarin goristanên xwe jî biparêzin.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê îro Duşemê 23ê Gulana 2022an bi civaknas-nivîskar Îsmaîl Beşîkçî re semînarekê bi mijara “Diyalogek ligel Beşîkçî; Kurdistan ji serdema Komeleya Gelan ve heta niha” li dar xist.

Rewşenbîr, nivîskar, mamostayên zankoyan û xwendekar beşdarî semînara bi moderatoriya Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhilatî bûn.

Di destpêka semînarê de Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed axaftinek kir û spasiya beşdaran kir.

Ako Mihemed got, “Berî her tiştî em bixêrhatina Îsmaîl Beşîkçî dikin. Heta îro gelek Kurd ji ber xebatên wî yên li ser Kurdan,  wî Kurd dizanin lê ew kesayetekî mirovhez e loma jî li pey pirsgirêka neteweya herî mezin a bê dewlet e dimeşe. Mazûbaniya Mamoste Beşîkçî ji bo me rûmeteke mezin e.”

Ako Muhammed da zanîn, ew hêvîdar in ku li ser paşeroj, îro û pêşeroja Kurdistanê gotûbêjeke vekirî were kirin û ji bo semînarê spasiya Navenda Lêkolînan a Rûdawê kir.

“Çima Kurdistan nehat avakirin?”

Civaknas-Nivîskarê navdar Îsmaîl Beşîkçî di semînarê de diyar kir ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di qada siyasî ya cîhanê de guhertinên mezin çêbûn û împaratorî ji hev belav bûn.

Xalên girîng ên axaftina Îsmaîl Beşîkçî:

"Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, dewletên têkçûyî ji aliyê dewletên serketî ve hatin parvekirin. Dewletên têkçûyî Avusturya-Macaristan û Împaratoriya Osmanî ne. Dewletên serketî jî Fransa, Brîtanya, Rûsya ne. Tişta ku me eleqedar dike, parvekirina axa Împaratoriya Osmanî ya li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ye. Di vê pêvajoya parvekirinê de, Iraq, Urdun û Filistîn di bin dagirkeriya Îngîlîzan de hatin avakirin. Sûriye û Lubnan jî di bin dagirkeriya Fransayê de hatin avakirin.

Pirsa bingehîn li vir ev e; çima Kurdistanek nehat avakirin? Mînak Şêx Mehmûdê Berzincî li dijî Brîtanyayê li Başûrê Kurdistanê wiha digot; ‘Ez Şahê Kurdistanê me. Min wek Şahê Kurdistanê qebûl bikin.' Dewletên emperyal ên wek Brîtanya û Fransayê, ne tenê Kurdistaneke serbixwe qebûl nekirin, Kurdistaneke kolonî, jî qebûl nekirin. Ev pêvajoyeke pir girîng a salên 1920an e.

Yek ji karên herî girîng ên Kongreya Parîsê ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hat lidarxistin, Kurdistan bû. Komeleya Gelan ji bo ku aştiyê di têkiliyên navneteweyî de serdest bike hate damezrandin. Yanî ji bo ku pirsgirêk di pêvajoyeke aştiyane de bêyî şer werin çareserkirin hat avakirin. Lê em vê dibînin; Di serdemeke wiha de em dibînin ku Kurdistan hatiye parçekirin û parvekirin. Prensîbeke girîng a ku reng dide serdemê, "Mafê Neteweyan Heye Ku Çarenûsa Diyar Bikin" ye. Li Yekîtiya Sovyetê Lenîn, Stalîn, Troçkî û li Amerîkayê Serok Wilson gelekî li ser vê prensîbê disekinîn. Serdemek e ku ev prensîb gelên li Rojhilata Navîn, Başûrrojhilatê Asyayê û Bakurê Afrîkayê radike ser pêyan. Li gorî vê prensîbê em dibînin ku gelek pêvajoyên civakî û siyasî qewimîne. Di serdemeke wiha de Kurdistan hat parçekirin û parvekirin. Ev demeke pir girîng e. Hem Komeleya Gelan ji bo parastina aştiya navneteweyî tê damezrandin û hem jî li ser mafê çarenûsa neteweyan xebat û tevgerên siyasî yên girîng hene. Di heman demê de Kurdistan hat parçekirin û parvekirin. Ez dibêjim ku ev xaleke veguherînê ya pir girîng e.

“Pergaleke cîhanî ya li dijî Kurdan hat avakirin”

Em teqez dikin ku Kurdistan hatiye parçekirin û parvekirin. Ev yek nîşan dide ku pergaleke cîhanî ya li dijî Kurdan hatiye avakirin. Komeleya Gelan nikaribû aştiya navneteweyî biparêze û bibe asteng li hember destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn. Helbet Şerê Cîhanê yê Duyemîn şerekî pir bi xwîntir e. Lê di vî şerî de jî dewlet û rayedaran dîsa dest bi fikra aştiya navneteweyî kirin. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên gelek girîng hatin kirin û di sala 1945an de Neteweyên Yekbûyî hate damezrandin. Lê di wijdana siyasî ya Rojhilata Navîn de ti guhertin çênebû. Çawa ku di salên 1920an de pergaleke dijî Kurdan hate damezrandin, piştî damezrandina Neteweyên Yekbûyî jî ev pergal hate domandin û nîzamek nû ya cîhanî ya herêmî li dijî Kurdan hate damezrandin.

Bi giştî em dibînin ku; Kurd îro xwedî ji 50 milyonî zêdetir nifûsa in. Di hin lêkolînên dawî de tê gotin ku nifûsa Kurdan derketiye 70 milyonî. Ji ber ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye rê nadin ku serjimêrî were kirin û hejmara rast diyar bibe lê tevî hejmareke ewqas zêde jî Kurd di nav pergal û têkiliyên navneteweyî de cih negirtine.

Tê gotin ku di Neteweyên Yekbûyî de 193 dewlet hene. Mînak Kurd di nav van dewletan de nîn in. Yanî di saziyeke wek NYê de Kurd nayên temsîlkirin. Tê gotin ku hejmara welatên ku beşdarî olîmpiyadên navneteweyî dibin 213 ye. Li Okyanûsa Pasîfîk a di navbera Awûstralya û Zelanda Nû de dewletên ku nifûsa wan digihêje hezaran hene. Îro nifûsa sê welatên wek Qibris, Moldova û Luksemburgê ku endamên Yekîtiya Ewropayê ne, ne milyoneke jî. Nifûsa dewletên wek Estonya, Letonya, Lîtvanya, Slovakya û Çekyayê 1,5-2 mîlyon e. Li Kendavê nifûsa Kuweyt, Qeter, Behreyn, Îmaratê nagihê 1 milyonî, lê ew dewlet in û her wiha mafê wan heye ku pêşeroja Kurdan diyar bikin. Wek ku li dijî guhertina sînorên Rojhilata Navîn bin, biryaran bidin. Tevî nifûsa ewqas mezin jî Kurd hîn jî bê dewlet in.

"Xwezî Kurdistan wek kolonî ava bibûya"

Bi giştî hemû Kurd, partiyên siyasî yên Kurdan dibêjin 'Kurdistan kolonî ye'. Bi rastî Kurdistan ne kolonî ye jî. Ev tespîteke pir girîng e. Ev tê wateya; xwezî Kurdistan jî wek kolonî ava bibûya. Di vê xalê de divê mirov li dîroka çawaniya avabûna koloniyan binêre. Piştî destpêka sedsala 16an, Ewropiyan dest bi çûyîna Afrîkayê kirin. Berê Holandî, Danîmarkî, paşê Spanî, Portekîzî. Di dawiya sedsala 18an de Îngilîz, Fransiyan û di çaryeka pêşîn a sedsala 19an de Îtalyan û Almanan dest bi çûyîna Afrîkayê kirin. Her kesî dest bi kontrolkirina cihekî li Afrîkayê kir. Afrîka ji aliyê van dewletan ve hat parvekirin. Lê di vê pêvajoyê de, em dibînin ku; her kes hewl dide cihê xwe berfirehtir bike. Vê yekê di navbera dewletên kolonyalîst de nakokî çêkir. Di vî warî de di sala 1886an de li Berlînê kongreyek hat lidarxistin û di kongreyê de rewşa heyî hat qanûnîkirin. Afrîqa bi vî awayî hat parçekirin û parvekirin.

Afrîka hat parçekirin û parvekirin lê her kolonî xwedî sînorek, navekî bû. Dema ku em dibêjin Kenya, ew xwedî sînoreke diyar e. Mozambîk, Gana, Zimbabwe û hemî kolonî xwedî sînor in. Kesên li wê koloniyê dijîn xwedî ziman û çandeke taybet in. Welatê ku dagir kiriye jî vê yekê dizane û qebûl dike. Welatek heta hetayê kolonî namîne. Desthilatdariya dagirker, koloniyên xwe di warê aborî, siyasî û civakî de xurt bike, bîne asta xwerêveberiyê û serxwebûna wan nas bike.

“Di vê sîstemê de welatekî bi navê Kurdistanê, gelekî bi navê Kurd nîne”

Lê li Kurdistanê wisa nebûye. Ji ber ku di nîzama herêmê ya dijî Kurd de, ne welateke bi navê Kurdistanê, ne jî gelekî bi navê Kurd heye. Em vê dibêjin, partiyên siyasî û lêkolîner dibêjin lê dewlet vê nabêjin. Ji xwe peymaneke wisa ku behsa Kurdan kiriye jî tune ye. Tişta ku li Lozanê qewimî, Kurd hatin parçekirin û parvekirin. Tirkiye çi dibêje; ev der axa Tirkan e. Ereb dibêjin axa Ereban, Faris jî dibêjin axa Farisan. Ne welatekî bi navê Kurdistanê, ne jî gelekî bi navê Kurd heye. Em li vir rewşa ku li Afrîkayê hatiye cibicîkirin nabînin. Loma jî em dibêjin xwezî Kurdistan kolonî bûya. Heger kolonî bûya dê wek welatên ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn serbixwe bûne bibûya. Lê hatiye parçekirin, parvekirin, bê nav, bê çand, ne xwedî tiştekî. Kurdistaneke wisa.

Mijareke din a girîng ev e; îro li Afrîkayê 57 dewletên serbixwe hene. Tenê 4 ji wan bi şerê çekdarî serxwebûna xwe bi dest xistin. Yên mayî rêbazên bi navê muzakereyên destûrî hene, bi van rêbazan serxwebûna xwe bi dest xistine. Eniyên rizgariya neteweyî li Afrîkayê çawa hatin avakirin. Zarokên malbatên ku bi dagirkeran re hevkarî kirin ew ji bo perwerdehiyê şandin metropolên wekî Parîs, Madrîd û Lizbonê. Li wir pizîşkî, dad, endazyarî û siyaset dixwendin. Ya girîngtir jî ew bûn xwedî hişmendiya azadiyê. Dema ku vegeriyan welêt, eniya rizgariya neteweyî ava kirin. Em vê yekê li Kurdistanê nabînin.

Di navbera welatên Afrîkayê û welatên dagirker de bi hezaran kîlometre mesafe heye. Lê li Kurdistanê ne wisa ye. Rêveberiya dagirker li koloniyên Afrîkayê lawaz e. Lê rewş li koloniyên cîran pir giran e. Rêvebiriya kolonyal dikarî hemû giraniya xwe deyne ser. Firokeyeke ku ji Bexdayê derkeve dikare di nîv saetê de axa Kurdistanê bombebaran bike. Yek ji baregehên sereke yên Artêşa Iraqê li Mûsilê bû, yanî di nav Kurdistanê de bû.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Neteweyên Yekbûyî li ser serxwebûna koloniyan daxuyaniyek da. Di 14ê Kanûna 1960an de biryareke ji 7 xalan pêk tê hat dayîn ji bo ku kolonî xwe bi rêve bibin. Xalên 1, 2, 3 û 5 serxwebûna koloniyan, 4, 6,7 ji bo parastina yekparçeyiya axê vedihewîne. Ev biryareke nakok bû. Ger di navbera kolonî û dagirkeran de derya û okyanûs hebe, divê serxwebûn ji wan koloniyan re bê dayîn. Lê ji koloniyên cîran re mafekî wisa nayê dayîn. Em têgeha koloniya cînar bikar tînin. Dibêje ger li wir tevgerên neteweyî hebin, Neteweyên Yekbûyî dê alîkariya van welatên kolonyalîst bike. Di vî warî de biryara Neteweyên Yekbûyî nakok e. Ev helwesta Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Kurdan e.

"Dewletbûn bi navendîbûnê pêkan e"

Çima heta îro dewleteke Kurdistanê ava nebûye, tevî ku Kurd li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn ku xwedî nifûseke mezin û axake pir mezin e? Ev jî pirseke girîng e. Di vir de nakokîyek pir kûr heye. Em dikarin du sedeman bînin ziman. Mînak pergala serweriya Tirkan û pergala serweriya Kurdan a parçebûyî. Serdestiya Tirk-Osmanî ji aliyê Şahê Osmanê ve, an jî serdestiya Îranê ji aliyê Şahê Îranê ve tê temsîlkirin. Her cara ku şah diguhere, şahê nû bira û biraziyên xwe dikuje. Çima? Ji bo pêşîgirtina li dijberiya serweriya xwe ya di pêşerojê de. Li ba Kurdan ne wisa ye. Serdestiyeke parçebûyî heye. Mînak di sala 1514an de di navbera Yavuz Sultan Selîm û Kurdan de peymaneke bi navê Peymana Amasyayê çêbû. 25 mîr beşdarî vê peymanê bûne. Lê van 25 mîran nekarîn di nav xwe de li hev bikin û serokekî hilbijêrin û ji Osmaniyan re gotin “Ji me re paşayekî bişîne, bila ew me hikum bike”. Dema ku Şahê Osmanî dimire, kurê wî dikeve şûna wî û hemû mîrateya wî digire. Li aliyê din li ba Kurdan dema ku mîr dimire, mîrata wî li zarokên wî tê parvekirin. Ev ji dema Selahedînê Eyûbî ve wisa ye. Selahedînê Eyûbî jî berî ku bimire axa ku di bin desthilatdariya wî de ye di nav bira û kurên xwe de parve kiriye. Ji ber vê serweriya perçebûyî, Kurdan nikarîbûn desthilatdariyeke navendî ava bikin.

Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin goristanên xwe jî biparêzin

Divê ez behsa çandekê jî bikim. Em vê yekê di Kurdan de dibînin; pêşengiya eşîrek an malbatekê ji aliyê kesên din ve tê asteng kirin. Çandeke ku bila kes bi ser nekeve, wek me bimîne heye. Nîşaneyên berbiçav têne asteng kirin. Ev yek ji astengên bêdewletbûnê ye. Vê çandê nehişt ku Kurd bibin dewlet. Îsraîl xwedî çandeke pir cuda ye. Gava ku malbatek an kesayetiyek li Îsraîlê derdikeve pêş, yên din piştgirîya wî dikin. Ev mînaka afirandina civakeke xurt e jî.

Ev yek li ser Herêma Kurdistanê çawa xuya dike? Ev di forma artêş, darayî û burokrasiya girêdayî partiyên siyasî de xuya dike. Heger hûn nikaribin bibin hêza navendî, hûn nikarin bibin xwediyê tiştekî. Dewlet pir girîng e. Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin goristanên xwe jî biparêzin. Heger dewleta we tunebe, hûn nikarin muzexaneyekê jî ava bikin.

Dewletbûn bi navendîbûnê dibe. Li vir cil û bergên Pêşmergeyan jî cuda ne. Di vê xalê de rexnekirina partiyên siyasî girîng e. Zankoyên Herêma Kurdistanê divê xwedî karekî wiha bin. Nifûsa we 50-60 milyon be, lê bêdewlet bî. Wisa dibe?

Kurd bi rayedarên Amerîkayê re diaxivin, li aliyekî ala Amerîkayê û li aliyê din jî ala Kurdan heye. Wek mînak Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Londonê bi Serokwezîr Johnson re hevdîtin kir. Li aliyekî ala Brîtanya li ser masê, li aliyê din jî ala Kurdistanê hebû. Kurd bi dewletên wek Fransa, Almanya, Swêd, Norwêc re bi vî awayî hevdîtin dikin, Kurdan nas dikin. Lê Kurd bi Tirkiyê re bi vî rengî nacivin. Nebûna ala Kurdî tê çi wateyê? Tê wateya ez te nas nakim. Di vê wateyê de divê Hikûmeta Kurdistanê jî girîngiyê bide vê yekê. Helbet pêşxistina têkiliyên dîplomatîk û bazirganî yên Kurdan bi Tirkiyê re pir girîng e. Di pêşxistina têkiliyên li ser petrol û gazê de neçar e. Ji ber ku parçebûnê Kurd bê dost hîştin lê dijminên wan pir in. Ji bo vê jî divê Kurd ji cihekî ve xwe li cîhanê vebin. Lê divê ala Kurdî jî were naskirin. Divê partiyên siyasî, hikûmet û parlamento jî di vî warî de baldar bin.

Îsmaîl Beşîkçî piştî axaftina xwe bersiva pirsên mêvanan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst