Li Colemêrgê qeza: Cîgirê parêzgar û qeymeqam birîndar bûn

23-05-2022
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Semzînan Rûbarok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Parêzgarê Colemêrgê Murat Yayabaşi û Qeymeqamê Rûbarokê Ahmet Ozdemir di bûyereka trafîkê de birîndar bûn.

Li gundê Nehrî yê ser bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, otombîla Cîgirê Parêzgarê Colemêrgê Murat Yayabaşi û Qeymeqamê Rûbarokê Ahmet Ozdemir tê de bûn û otombîla ji hemper de dihat li hev dan.

Di encama bûyerê de Murat Yayabaşi û Ahmet Ozdemir û du pasewanên wan û du welatiyên di otombîla din de bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê hatin rakirin. Cîgirêlîkarê Parêzgar Yayabaşi bo Wanê hat veguhestin û hat ragihandin rewşa birîndarên din bi giştî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst