VIDEO – Dîmenên nû yên birîndarkirina ciwanên Kurd li ser sînor

23-05-2021
RÛDAW
Nîşan Kurd Colemêrg Rûbarok Başûrê Kurdistanê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dîmenên nû yên wê bûyera birîndarkirina du ciwanên Kurd derketin holê ku ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve li Colemêrgê teqe li wan hatibû kirin.

Roja 18ê vê mehê du ciwanên bi navên Şahap Şendol û Celîl Ekîncî li Rûbaroka ser bi Colemêrgê ve, li herêma dikeve ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê bi teqeya leşkerên Tirkiyê birîndar bûbûn.

Di encama teqekirina leşkeran de Şendolê 23 salî û Ekînciyê 17 salî birîndar bûbûn û bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hatibûn veguhastin. Şendol piştî wergirtina çareseriyê ji nexweşxaneyê derketibû, lê ji bo Ekîncî ku birîna wî giran bû, neştergerî hatibû kirin.

Derbarê wê bûyerê de dîmenên nû gihiştin destê Rûdawê ku di dîmenan de jibilî birîndarkirina herdu ciwanan, hespek jî hatiye kuştin ku bar li ser piştê bû.

Ew ciwanên ku kurte vîdyoya 5 xulek û 40 çirke, tomar kiriye bi girî û lavayan ji leşkeran re dibêje, di bare hespê wî de cixare hebû û “çima tevî ku em dîtin jî we gule berdan.”

Yek ji leşkeran jî bi qêr û dijûnan ji wî ciwanî re dibêje, “min ji bo hişyarkirina we gule berdan hewa, lê hûn reviyan” û leşkerek din jî wî hişyar dike ku li qêr li zarokan neke.

Her di wê kurte vîdyoyê de diyar ku Celal Ekîncî bi guleya leşkeran bi awayekî giran birîndar bûye û li erdê dirêjkirî ye û ciwaekî din jî bi lavayan daxwaz ji leşkeran dike ku rê bi wan bide hevalê xwe bigihînin nexweşxaneyê “eger na dê ji ber birîna giran jiyana xwe ji dest bide.”

Herwiha di vîdyoyê de diyar dibe ku leşker li ser serê wan ciwanan rawestiyane û ti alîkarî û midaxeleyekê nakin.

 

 

Piştî vê bûyerê duh jî li gundê Îsyan ê ser bi Rûbarokê ve li Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ciwanê bi navê Mehmet Dînç bû armanca guleyên leşkeran û birîndar bû ku wî ciwanî pezê xwe diçerand.

Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Saît Dede jî piştrast kir ku ew ciwan di encama teqeya leşkeran de ji lingê xwe birîndar bûye û ragihand ku li Rûbarokê rewşeke awarte heye û “her roj hemwelatiyên me dibin armanca guleyan.”

Saît Dede berî niha ji Rûdawê re diyar kiribû ku li herema Colemêrgê hilberîn û veberhênanên pîşesaziyê yên aborî ku malbat debara xwe pê  bikin tune, di bin mercên weha de bazirganiya sînor ji bo malbatan neçar dike û herwiha gotibû ku piştî bidawîhatina proseya çareseriyê, bûyerên gulebarankirina xelkê li ser sînor zêde bûne.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî  ragihandibû lu li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê mafên mirovan tên binpêkirin û gotibû, “Zarok dibin qurbaniyên bûyeran, dema ku dor tê Kurdan, ti girîngiya mafên mirovan namîne.”

Herwiha parlamenterê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu jî amaje bi komkujiya Roboskiyê kiribû û gotibû, “Dîsa bi hinceta ‘qaçaxçîtiyê’ zarokên Kurd gulebaran kirin, wekî ku li Roboskî bombe bi ser wan de barandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst