Li zozanên Feraşînê jinên Kurd ‘Siyaboyê’ kom dikin

23-05-2021
RÛDAW
Li Şirnexê ji bo berhevkirina siyaboyê derdikevin Zozana Faraşînê
Li Şirnexê ji bo berhevkirina siyaboyê derdikevin Zozana Faraşînê
Nîşan Şirnex Elkê Zozanên Fareşînê Siyabo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê welatiyên ku berê xwe dan Zozana Faraşînê, dest bi berhevkirina giyayê "siyabo"yê kirin.

Zozana Faraşînê ya bilindahiya wê ji 2 hezar 600 metreyî zêdetir e piştî helîna berfê dest pê kir nebatên curbecur ên li herêmê jî zîl dan û ji wan yek jî giyayê siyaboyê ye.

Siyabo yek ji wan giyayên sirûştî yên xwarinê ye ku bi taybet li Bakurê Kurdistanê gelek daxwaz li ser heye û xelk jê hez dikin. Jinên deverê jî bi kêrikan yek bi yek vî giyayê bitam  ji binê  wê derdixin da ku bixin nav berhemên şîr û xwarinên zivistanê.

Jina rençber Amîne Acar diyar kir ku  ew ji bajarê Mêrsînê bo berhevkirina siyaboyê çûye Zozana Faraşînê û got ku berhevkirina wê karekî zehmet e û wiha pê de çû: "Me ber bi serê çiyayan ve rêwîtiyeke zehmet kir. Berhevkirina siyaboyê gelek bi zehmet e. Çimkî li deverên bilind ên bi berf digihîje. Em vî giyayî dikelînin, dikin tenekeyan û devî wî digirin û ji bo zivistanê heltînin.”

Jina rençber Sabîha Ertuş jî got ku ew ji wî giyayê xwarin û xurekê çêdikin.

Ne tenê jin herwiha mêr jî ligel malbatên xwe ji bo komkirina vî giyayê sirûştî diçin zozan, ji ber belavbûna vîrusa Coronayê hinek astengiyên çûna zozan jî hene, lê yek ji wan dibêje ku vîrusa Coronayê ne rêgir e, ji bo hatina wan a zozon, ji ber ew li gor rênimayan tevdigerin û belgeyên wan ên destûrê jî hene.  

Welatiyê bi navê Murat Aslan jî got: “Em niha li zozanê Feraşînê ne. Em hatine pancarê kom bikin. Giyayê Siyaboyê ye. Em hatine wî kom bikin. Ji ber ku em cotkar in belgeyên destûrê ligel me ne. Jixwe em li gor dûrparêziyê tên. Em nêzî hev nabin. Jixwe dema em tên her kes bi malbata xwe re tê û her malbatek diçe cihekî û em li gor dûrparêziyê hatine komkirina pancarê.”

Zozanê Feraşînê yek ji zozanên Bakurê Kurdistanê yên binavûdeng e. Ev zozan bi ava kaniyên xwe yên sar û giyayên xwe yên cûbicûr yên sirûştî berniyas e. Li zozan her çar werzên salê berf tê dîtin û bilindahiya wê ji behrê 2 hezar 625 metre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst