Saît Dede: Kurd di nav zeviyên xwe de têne kuştin

23-05-2021
RÛDAW
Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Saît Dede têkildarî kuştin û birîndarkirina sivîlan li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê axivî
Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Saît Dede têkildarî kuştin û birîndarkirina sivîlan li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê axivî
Nîşan Bakurê Kurdistanê Rûbarok Saît Dede
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Sait Dede tekîldarî êrişên hêzên Tirkiyê yên li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê li dijî xelkê got: “Rast e gelek carna sivîl li ser sînor têne kuştinê, lê hinek caran jî di nav zeviyên xwe de têne kuştin.”

Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê Saît Dede beşdarî bultena Rûdawê bû û têkkildarî kuştin û birîdarkirina sivîlan li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê axivî.

Saît Dede diyar kir ku navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye û sînor jî têne royeke firehiya wê 10-15 metre ye û ji sedî 70-80 nîştecihên Rûbarokê di heman demê de hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ne û got: “xelkê devere ligel xlkê Başûr mirovên hev in, lewma her ji dîrokê ve çûn û hatina wan a ba hev zêde ye.”

Saît Dede da zanîn ku hemû deverên navçeyê, ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, hate qedexekirin û leşkerên wî welatî, her der dorpêç kirine û ev yek bandoreke xirab li ser derfetên kar ên bo aboriya xelkê deverê dike. Dede herwiha amaje bi wê yekê kir ku hilberîn û weberhênanên pîşesaziyê yên aborî ku malbat debara xwe pê  bikin tune, di bin mercên weha de bazirganiya sînor ji bo malbatan neçar dike û got: “Her der hatine qedexekirin û mirov nekare her di nav zeviya xwe de û nikare karekê jî bike. Lewma car caran xelkê Rûbarokê derbasî aliyê Başûr dibe bo xwe hinek tiştan tîne wek çay, şekir û cixare.”

Dede eşkere kir di heyama du salên dawiyê de 4 kes li ser sînor hatine kuştin, lê xelkê deverê ne tenê li ser sînor carna jî dûrî sînor di nav erdê xwe de jî tenê kuştin û got: “Herî dawî ciwanê me yê 18 salî Mehmet Dinç li nav zeviya xwe dema li ber pêz bû leşkerên Tirk ew kuşt. Leşkerên Tirkiyê dizane li wê derê malbat û kesên sivîl hene, pez hene û hatinûçûn dibe, lê dizanî bizanebûn ciwanên me dikujin.”

Parlamenterê HDPê bibîr xist ku berî çend rojan du kesên xelkê Bakurê Kurdistanê li nav axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin birîndarkirin û wiha pê de çû: “Li ba Tirkiyê ti cudahî nîne çi Bakur an jî Başûr be, ew bi eşkere dijmintiya Kurdan dike.”

Derbarê helwesta partiya wî ya têkildarî bûyeran de jî Dede got: “Çend bûyerên bi rengî rûdane me birine meclîsê me li ser axivîne û mafê xwe yê hiqûqî bikar anîne, lê walî, qeymiqam, desthilatdar û hikûmet hemû wan diparêze, yan wan hîç ceza nake yan jî cezayeke gelek kêm dide wan. Leşker jî cesaretê ji vê yekê werdigrin. Ev polîtikaya Kurdan a li hemberî Kurdan e.”

Roja 18ê vê mehê du ciwanên bi navên Şahap Şendol û Celîl Ekîncî li Rûbaroka ser bi Colemêrgê ve, li herêma dikeve ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê bi teqeya leşkerên Tirkiyê birîndar bûbûn.

Di encama teqekirina leşkeran de Şendolê 23 salî û Ekînciyê 17 salî birîndar bûbûn û bo nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê hatibûn veguhastin. Şendol piştî wergirtina çareseriyê ji nexweşxaneyê derketibû, lê ji bo Ekîncî ku birîna wî giran bû, neştergerî hatibû kirin.

Piştî vê bûyerê duh jî li gundê Îsyan ê ser bi Rûbarokê ve li Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ciwanê bi navê Mehmet Dînç bû armanca guleyên leşkeran û birîndar bû ku wî ciwanî pezê xwe diçerand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst