Galeriya wêneyan

24-05-2021
12 Photos

Li navçeya Elkê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê welatiyên ku berê xwe dan Zozana Faraşînê, dest bi berhevkirina giyayê "siyabo"yê kirin.

Zozana Faraşînê ya bilindahiya wê ji 2 hezar 600 metreyî zêdetir e piştî helîna berfê dest pê kir nebatên curbecur ên li herêmê jî zîl dan û ji wan yek jî giyayê siyaboyê ye.

Siyabo yek ji wan giyayên sirûştî yên xwarinê ye ku bi taybet li Bakurê Kurdistanê gelek daxwaz li ser heye û xelk jê hez dikin. Jinên deverê jî bi kêrikan yek bi yek vî giyayê bitam ji binê wê derdixin da ku bixin nav berhemên şîr û xwarinên zivistanê.

Jina rêncber, Amîne Acar dibêje, ew ji bajarê Mêrsînê bo berhevkirina Siyaboyê serdana Zozana Faraşînê kiriye û diyar dike ku berhevkirina wî giyayî karekî zehmet e. Ew dibêje: “Me ber bi serê çiyayan ve rêwîtiyeke zehmet kir. Berhevkirina Siyaboyê gelek zehmet e. Çimkî li deverên bilind ên bi berf digihîje. Em vî giyayî dikelînin, dikin tenekeyan û devê wî digirin û ji bo zivistanê heltînin.”

Jineke din bi navê Sabîha Ertuş jî dibêje, ku ew ji wî giyayî, xwarin û xorekê çêdikin.