'Li Efrînê dizî û talan berdewam e'

23-05-2021
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê ragihand ku di çend rojên derbasbûyî de grupên çekdar, dest danîn ser beşekî zêde yê berhemê pelkên mêwe yên navçeyên cuda yên herêma Efrînê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê , li gundê  Matîne yê ser bi Şera ve, çekdaran berhemê 200 darên tirî dizîne ku yê welatiyên bi navê Ebdulreheman Reşîd û Henan Reşîd in.

Li nêzîkî deriyê bajarokê Reco jî bi heman awayî erebên hawirde dest datînin ser berhemê pelên mêwe yên welatiyê Mihemed Şikrî.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê go jî li gundê Qetraniye jî grupa Cebha Elşamiye dest danî ser heman cure berhemî ku yê welatiyê bi nave Mistefe Xelêl bû, ew bi xwe jî xelkê Mabata ye.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst