Li Silêmaniyê 8 kesên din bi vîrusa korona ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Silêmaniyê 8 pêketiyên vîrusa korona hatine tomarkirin.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di berdewamiya pişkinînan û lêgerîna li pey kesên gumanlêkirî de, 8 pêketiyên din ên vîrusa nû ya koronayê li parêzgeha Sîlemaniyê hat tomarkirin.

Li gor daxuyaniyê ew pêketiyên koronayê pênc ji wan jin in û temenên wan 67, 47, 47, 38 û 37 salî ne, herwiha 3 kes jî zilam in û temenên wan jî 57, 37 û 26 sal in.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin ku tenê yek ji wan ji pêketiyekî berî niha li Silêmaniyê vîrus wergirtiye û yek ji wan jî geşta derveyî welat kiriye û rûniştvanê navçeya Ranya ye û 6 pêketiyên din ji ber nîşaneyên wê vîrusê li gel wan hebûye pişkinîna koronayê hate kirin û encam jî pozîtîv bûye û rûniştvanên bajarê Silêmaniyê ne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve 475 nexweşên COVID-19 hatine tomarkirin, ku 386 kes ji wan baş bûne û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.