Ji ber referandumê geşta Tirkiyê li Muna Qehwecî hat qedexekirin

23-05-2019
Ali Güney
Nîşan Parlemento Tirkiye Geşt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementoya Kurdistanê eşkere kir, ji ber ku Muna Qehwecî endama Encûmena Bilind a Referandumê bû, Tirkiyê qedexeya geştê daniye ser parlementera Tirkmen Muna Qehwecî.

 

Parlementoya Kurdistanê îro 23ê Gulana 2019an ragihand: “Qedexekirina serdana Sekretera Parlementoya Kurdistanê Muna Qehwecî (bo Tirkiyê) peywendiya wê bi dema encamdana referandumê ve heye ku Endama Encûmena Bilind a Referandumê bûye.”

 

Li ser nûçeya medyayekê ku dibêje êdî Tirkmen li Herêma Kurdistanê Muna Qehwecî weke nûnera xwe nabînin, di daxuyaniyê de hatiye: “Em weke Parlementoya Kurdistanê radigihînin ku ew nûçe ji rastiyê dûr e. Muna Qehwecî berbijêra fraksiyonên Tirkmenî bû û bi dengê 59 parlementeran di rûniştina yekem a xula pêncem a Parlementoya Kurdistanê de roja 18/02/2019an, li ser pişka pêkhateya Tirkmen ji bo wê postê hat hilbijartin.”

 

Parlementoya Kurdistanê diyar dike: “Hemû partî û aliyên siyasî yên Tirkmenî niha peywendiyeke wan a baş li gel wê heye û berdewam e û di wê postê de weke nûnera xwe dibînin.”

 

 

 

 

Muna Qehwecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dema ji bo geşta Tirkiyê serlêdana vîzeyê kiriye, pasaporta wê bêyî vîze jê re hatiye vegerandin û li ser pirsyara sedema nedana vîzeyê, jê re hatiye ragihandin ku qedexe li ser geşta wan a bo Tirkiyê hatiye danîn.

 

Qehwecî ragihand: “Ez bi nasnameya xwe ya Tirkmenî şanaz im û di heman demê de Kurdistanîbûn jî ji bo min şanazî ye.”

 

Muna Qehwecî eşkere kir ku hinek aliyên Tirkmenî derbarê wê de zanyariyên nerast dane saziyên Tirkiyê û got: “Hinek aliyên Tirkmenî ku dixwazin di qada siyasî ya Kurdistanê de tenê ew hebin, li ser me nûçe û zanyariyên derew û nerast belav dikin. Ez dixwazim amaje bikim ku karên bi vî rengî li dijî demokrasî û prensîpên pêkvejiyanê ne. Ez di wê baweriyê de me ku Ala Kurdistanê ala hemû pêkhateyan e, ez weke Tirkmenekê ji nasnameya xwe ya Kurdistanê şanaz im.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst