Şaredariya Amedê kîjan karker û karmendan vedigerîne ser kar?

Amed (Rûdaw) – Berdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Mehmet Akdogan ragihand, ew dê hewl bidin wan karker û karmendên ku ji aliyê qeyûman ve ji kar hatine dûrxistin, careke din vegerînin ser kar û tekez kir, wan bo wê çendê komîsyoneke hiqûqê ava kiriye.

 

Berdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Mehmet Akdogan, derbarê ew karkerên ku di dema qeyûman de ji kar hatibûn avêtin de ji Rûdawê re axivî.

 

Mehmet Akdogan destnîşan kir ku heta 5 salan ew li ser kar in û tekez kir, ew dê di vê pêvajoyê de hemû karkerên ku qeyûman ew ji kar avêtine, vegerînin ser karên wan.

 

Akdogan da xuyakirin, wan ji bo kesên ku berê ji kar hatine dûrxistin di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de komîsyoneke hiqûqê jî ava kiriye.

 

Berdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê herwiha ji Rûdawê re diyar kir: “Rêveberiya me ya şaredariyê û komîsyonên me li ser vê dixebitin. Kesên ku ji kar hatine avêtin, heta pênc salan em li vir in. Em çi dikin bikin em ê wan kesên ku ji kar hatine avêtin careke din vegerînin ser karên wan.”

 

Mehmet Akdogan amaje bi dema qeyûman kir û da zanîn: “Her weke ku tê zanîn, ev 3 sal in polîtîkayên cuda li ser herêmê têne meşandin. Ew 3 sal, ji bona ku astengan danin, bingehek mezin danîne, zanonên cuda derxistine.”

 

Akdogan da zanîn, di dema qeyûman de ne tenê karker û karmend lê belê şaredarên ser bi HDPê ve jî ji kar hatin avêtin û hatin girtin û zîndanîkirin.

 

Akdogan tekez kir, lojîk û şêweya karkirina wan li gel qeyûman cuda ye û got, ew naxwazin ti kesî ji kar bavêjin an jî bi nanê ti kesî bilîzin lê belê ew dixwazin wan kesên ku ji kar hatine avêtin, vegerînin ser kar.

 

Derbarê vê yekê de ku şaredarî dikare kîjan karker û karmendan vegerîne ser kar, Berdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê diyar kir, ew kesên ku ji kar hatibûne avêtin û karê wan hatibû sekinandin, cara ewil wan ew kes vegerandin ser kar, û ji bo vegerandina kesên din jî lêkolînên berfireh têne kirin û komîsyoneke hiqûqê bo wê çendê hatiye avakirin.

 

Mehmet Akdogan destnîşan kir, “ew kesên ku di dema qeyûm de hatine kar û hizirkirin û lojîka wan weke qeyûm e, ew nikarin bi me re bixebitin û ew dê biçin.”

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartina 31ê Adara îsal de 65 şaredarî bi dest xistin, biryar daye ku hemû karker û fermanberên ku di dema qeyûman de ji kar hatine avêtin, careke din vegerîne ser kar.

 

Ji bo ku ev karker û karmend vegerin ser karê xwe, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve komîsyoneke hiqûqê hatiye avakirin.

 

Li gor agahiyan, di nava mehekî de li Amedê 58 û li tevahiya şaredariyên di destê HDPê de bi qasî 400 kes ku pêştir ji kar hatibûne avêtin, vegeriyane ser karên xwe. Lê hê jî nêzîkî 4 hezar kesên ku ji karên xwe hatibûn dûrxistin, li bendê ne ku careke din vegerin.