Sûriye xeteke elektrîkê ji Bendava Feratê dikşîne

23-05-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Xelkê Rojava ditirsin kişandina xeta elektrîkê bandorê li elektrîka wan bike
Xelkê Rojava ditirsin kişandina xeta elektrîkê bandorê li elektrîka wan bike
Nîşan Rûdawa Rojava Sûriye Rojavayê Kurdistanê Elektrîk Xet
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji wê yekê dilgiran in ku kişandina xeta elektrîkê ji Bendava Feratê bo navçeyên di destê hikûmeta Sûriyê de, bandorê li ser elektrîka Rojavayê Kurdistanê bike. Rêveberê Elektrîka Cizîrê dibêje ku ne ew elektirîkê didin Sûriyê û ne jî ji Sûriyê werdigrin, hikûmeta Sûriyê dê tenê xetekê ji xwe re bikşîne ku 230 kîlo volt e.

 

Elektrîk hat û elektrîk qut bû, hevoka ku herî zêde di malê de tê bikar anîn, di demekê de ku niha demjimêrên elektrîka niştimanî zêde bûne , xelk derbarê kişandina xeteke elektrîkê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ji Bendava Tebqayê bo navxweya Sûriyê dilgiraniya xwe nîşan didin û dibêjin bandora wê dê li ser rewşa elektrîka Rojavayê Kurdistanê hebe

 

Welatiyê bi navê Siwar Xelef Biro ji Rûdawê re diyar kir ku niha elektrîk baş bûye, berê demjimêrek yan du demjimêr bûn, lê niha 10 yan 12 demjimêr in , lê em ditirsin kişandina xetekê ji aliyê hikûmetê ve bandorê bike,  lê eger neke tiştek nabe , eger bandor bike qîma me nayê jiber ku ev bendav bi xwîna şehîdên me hatiye standin.

 

Piştî şeş salan, ji bo cara yekê tîmên ser bi hikûmeta Sûriyê ve xeteke elektirîkê ya 200 mêga ji Bendava Tebqa dikşînin parêzgeha Hemayê , lê Rêveberiya Giştî ya Elektrîka Rojavayê Kurdistanê dibêje, ti bandora wê li ser karebaya deverê nabe.

 

Rêveberê Giştî yê Elktrîka Cezîrê Ekrem Silêman ji Rûdawê re ragihand ku ji bo vê xeta ku hikûmeta Sûriyê bi Bendava Tebqa re girêdaye , ev nayê wateya lihevguhertinê , lê ev xet aramiyeke giştî ji torên me û yên hikûmetê re çê dike, lê ne elektrîka me ji wan re diçe, ne ya wan ji me re tê.

 

Rakişandina xeteke elektrîkê ji Bendava Tebqayê li gorî rêkeftinekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê  de ye ku beriya niha jî tîmeke ji endezyarên hikûmetê serdana wê kiribûn û cihên ku di şerê dijî DAIŞê de têkçûbûn, jinûve çak kiribûn. Rojavayê Kurdistanê ji bilî wêstgeha Siwêdiyê, ji sê bendavên çemê Feratê elektrîkê werdigre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst