QAMIŞLO – Him hikûmeta Esed û him jî rêveberiya Kurd bac werdigrin

Qamişlo (Rûdaw) - Bazirgan û dikandarên Qamişlo dibêjin ew bacê him didin Rêveberiyê Xweser û him jî didin hikûmeta Sûriyê, vê yekê bandoreke xerab li ser karê wan kiriye, ew daxwazê dikin, ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.

 

Rayedarên Rêveberiya Xweser jî dibêjin pêdiviya rêveberiyê bi dahateke zêde heye, ji bo ku bikaribe xizmeta xelkê bike.

 

Niştecihên bajarê Qamişlo li Cezîra Rojavayê Kurdistanê wek ku dibêjin ew li jêr desthilata Kurdî di jiyaneke asayî re derbas dibin, lê ji bo bazirganên Kurd ew yek ne tiştekî hêsan e, bazirganên Kurd neçar in ku du caran bacên bazirganiyê bidin, carekê didin desthilata Kurdî û carekê didin hikûmeta Sûriyê.

 

Dikandarê bi navê Nebîl Adem dibêje: “Bi sedema hebûna hêzên ewlekariya Sûriyê li Qamişlo, firoşyarên navçeyê salane di navbera 40 heta 60 dolaran bacê didin hikûmeta Sûriyê, di ser dana bacan re hinek firoşyar dibêjin ti xizmetguzarî jî nîne.”

 

Herwiha dikandarê bi navê Mihemed Xelîl jî diyar dike: “Me îsal baceke mezin da, nêzîkî 39 hezar li ser hemû firoşgehekê sepandin, dema ku firoşgehên xwarinê 24 hezar li ser wan sepandin, û firoşgehên gotra 40 hezar li ser wan sepandin, divabû baca me kêmtir ba, çimkî herdem daşikan û ziyan li kelûpelên me dikevin, em ne wek wan in.”

 

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê zêdetirî salekê ye bac li ser firoşyaran sepandiye, bi armanca ku xizmetguzariyan ji wan re peyda bike.

 

Berpirsê Darayî yê Rêveberiya Xweser Xalid Mehmûd eşkere kir: “Rêveberiya Xweser pêdiviya wê bi dahatekî zêde heye, daku baştirîn xizmetguzarî peyda bike, di heman demê de bo peydakirina derfetên kar, piştrastkirina tendirustiyê û qîrkirina rêyan, çimkî herêma Cezîrê li ser dema rejîmê hatibû piştguhkirin, yasa dibêje her welatiyekî berhemdar divê bacê bide, berhemhênerên çandinî û pîşesaziyê bac li wan nakeve, ew jî ji bo piştgîrîkirina wê qatê ye, ji ber devera me ya çandiniyê ye.”

 

Bazirgan û firoşyarên herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku bac ser firotina kelûpelên wan bê kêmkirin, lê ne Rêveberiya Xweser û ne hikûmeta Sûriyê li ser wê daxwazê razî nabin.