Li dijî şîrketên ku sotemenî vediguhezînin baregehên leşkerî operasyon

23-05-2017
RÛDAW
Nîşan PKK KCK leşker operasyon şîrket
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê li dijî şîrketên ku sotemeniyên weke benzîn û gaz vediguhezînin baregehên leşkerî, operasyon hate lidarxistin û di encama operasyonê de bi îdiaya ku pêwendiya wan bi PKK û KCKê re heye 46 kes hatin desteserkirin.

 

Fermandariya Cendirmeyan a Êlihê daxuyaniyek da û têde aşkere kir, ku îro li bajarên Êlih, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Bedlîs, Sêrt û Sêwasê operasyon hatine lidarxistin.

 

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li Bakurê Kurdistanê li dijî xwedî û karmendên şîrketên ku sotemeniyê vediguhezînin baregehên leşkerî operasyon hatiye li darxistin û di çarçoveya operasyonê de 46 gumanbar hatine desteserkirin.

 

Hatiye îdiakirin, ku ev kes ji PKK û KCKê re alîkariya darayî dikin û ji ber vê jî li gor yasaya 5607 operasyon hatine pêkanîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst