Melek Rojhat ‘Gula Zer Kurdistan e’ bi rêya Rûdawê belav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêja ji Bakurê Kurdistanê Melek Rojhat klîbek nû bi navê “Gula Zer Kurdistan e” bi rêya Rûdawê yekem car belav dike.


Stranbêja Kurd Melek Rojhat ji Rûdawê ragihand ku gotin û awaza strana “Gula Zer Kurdistan e” ji aliyê hunermend Seyîdxan ve hatiye çêkirin û weke video klîp Aram Sebah dîmen tomar kirine û karê montajê jî Elî Delekî kiriye.


Melek Rojhat herwiha diyar kir ku dîmenên klîbê li navçeya Zaxo ya Duhokê hatiye tomarkirin.


Strambêja Kurd got jî, wê serperiştiya amadekirina klîbê kiriye û peyama wê ji klîbê ew e ku xweza, çand, cilûberg û ciwaniya Kurdistanê bide xuyandin.