Sertaç Bucak: Kurd ber bi felaketeke navxweyî ve diçin

Amed (Rûdaw)- Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak diyar kir ku PYD li Rojavayê Kurdistanê her roj davêje ser buroyên siyasî yên PDK-Sê, rêveberên wan digre, bi tena bêceme dersînor dike û zexta xwe ya li ser rojnamevanan jî her diçe zêdetir dike.

Bucak, bal kişand ku piştî serdagirtinên li Başûrê Kurdistanê ya li ser sazî û dezgehên PÇDK û nêzî wê û wiha got: “Kurd ber bi faleketeke navxweyî ve diçin. Divê PYD xebatên ti partiyên siyasî asteng neke.”

Platforma Demokratên Kurd (PDK) ev salek e ji bo li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê partiyeke qanûnî ava bikin di nava hewldanan de ye. PDKê heta niha li Amed, Êlih, Qoser, Silopî, Mêrsîn û hin deverên din buroyên xwe yên birêxistinbûnê ava kirine û piştî demekê dê ofîsa PDKê li navenda bajarên Serhedê Wanê jî buroya xwe veke.

PDKê ku xwe weke berdewamiya PDK-Tê dibîne û li ser rêbaza Mela Mistefa Barzanî birêxistinbûna xwe didomîne, kar û barên xwe yên birêxistinbûna li Bakur li bajar û navçeyên din jî belav dike.

‘PYD ev salek e her roj li Rojavayê Kurdistanê davêje ser sazî û dezgehên PDK-Sê’

Serokê Giştî yê PDKê Sertaç Bucak, alîkarên serokê PDKê Tahsîn Sever, Hamît Kiliçaslan û Mewlûd Tanses, bi rojnamevanên li Amedê re civiyan û derbarê pêşveçûnên dawî yên siyasî de bi rojnamevanan re sohbet kirin.

Sertaç Bucak pêşî li ser pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê sekinî û nêrîna PDKê vegot.

Sertaç Bucak bal kişand ku bi tevlibûna PYDê û partiyên din di bin serokatiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de salek berê Peymana Hewlêrê hatiye îmzekirin lê PYDê digel ku îmzeya wê di bin peymanê de heye jî bi hemû kirinên xwe li dijî vê peymanê sekiniye.

Bucak diyar kir ku “PYDê rojane davêje ser buroyên PDK-S, rêveberên wê digre, binçav dike û zexta PYDê ya li ser rojnamevanan ketiye rapora 2014an  a Rojnamevanên Sînornenas.

Bucak wiha axivî: “Li Bakurê Kurdistanê dezenformasyoneke mezin didin gelê me. PYDê ji yên ku weke wan nafikire re gotinên ‘xayîn’ û ‘hevkar’ bi kar tîne. Ev têgeh û binavkirin xizmeta gelê Kurd û xizmeta yekîtiya kurdan nakin. Em bang li PYD dikin ku li gorî rih û giyana peymana Hewlêrê tevbigere û dev ji van têgehên ku Kurdan perçe dike û yekîtiyê ji holê radike berde”.

‘Rêveberê PDK-Sê bi tena bêceme dersînor kirin’

Sertaç Bucak da zanîn ku mafê hemû partiyên Kurdan hene ku li Rojavayê Kurdistanê birêxistinbûna xwe bikin û li hemberî rejîmê têbikoşin, lê PYD li pêşiya wan bendan datîne û zextê li ser wan dike.

Bucak diyar kir ku berî çend heftiyan nîvê şevê, rêveberê PDK-Sê ji nava nivîn û cihên wî derxistine û bi tena bêceme ew ji Rojavayê Kurdistanê dersînorê Başûr kirine.

Bucak xwest PYDê bi rih û giyaneke aştiyane, maqûl û demokrasiyê tevbigere û di nava Kurdan de perçebûnê ava neke.

‘KNK nehatiye girtin ev dezenformasyon e’

Serokê giştî yê PDKê Sertaç Bucak derbarê serdagirtina asayîşa Başûrê Kurdistanê de jî nêrîna xwe vegot û wiha axivî: “Weke ku PDK ev tişt kiribin nîşan didin. Lê ev biryara wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê ye. PDK û YNKê jî şirîkên hikûmetê ne. Lê ev serdagirtin ji ber nêrîna wan saziyan pêk nehatiye. Hem gelek kesên li wê derê bê rûxset kar dikin û hem jî li hemberî rêveberiya wê derê de dûjminatiyê sor dikin, dezenformasyonan dikin. Bi gotinên xirab û li derveyî pîvanên demokrasî û azadiyê tevdigerin. Dibêjin KNK hatiye girtin. Ev agahiyeke nerast e. Avahiya KNKê nehatiye girtin”.

‘PDK-S çima nikare li Qamişloyê kongreya xwe pêk bîne?’

Sertaç Bucak bal kişand ku 6 partî di bin banê PDK-Sê de xebatên xwe yên siyasî dimeşînin, xwestine li Rojavayê Kurdistanê kongreya xwe pêk bînin lê nehiştine ku ew kongreya xwe li Rojava bikin.

Bucak axaftina xwe wiha berdewam kir: “Madem ku ew der ‘Kantonên Azad in’, çima rêveberên PDK-Sê nekarîn kongreya xwe li Rojava bikin û neçar man ku kongreya xwe li Hewlêrê bikin? Divê ev pirs bê kirin û bersiva vê pirsê bê lêkolînkirin. Li Bakurê Kurdistanê derbarê Rojava de dezenformasyoneke evqas xurt tê meşandin ku ev pirsgirêk ber bi felaketeke neteweyî ya navxweyî ve diçe. Em di wê baweriyê de ne ku ev zext û zordarî kurdan ber bi felaketeke neteweyî ve dibin. Ji ber vê yekê em dibêjin; mafê her Kurd û partiyên Kurdan heye ku bi awayekî azad nêrîna xwe vebêje, birêxistinbûna xwe bike û bikaribe li ser axa xwe siyaset bike. Divê pêşiya ti partiyeke Kurdan neyê girtin. Lewra em ti partiyeke Kurd weke dijmin nabînin. Partiyên dijmin û xayîn ên Kurdan tine ne. Tenê partiyên cuda û xwedî fikrên cuda hene. Ev jî yek ji pîvaneke demokrasiyê ye”.

‘Dewletbûn mafê miletê Kurd e’

Serokê PDKê Sertaç Bucak got ku ti armanceke wan a entegrasyon û Tirkiyeyîbûnê tine ye û ew tenê dixwazin PDKê li Bakurê Kurdistanê birêxistin bikin û bibin partiyeke sereke û Kurdistanî.

Bucak di axaftina xwe de destnîşan kir ku weke hemû neteweyên cîhanê mafê avakirina dewleta Kurdan jî heye û ev tişt gotin: “Lê li gorî baweriya me niha zemîna vê yekê ne alîkar e. Ji ber vê yekê em li Tirkiyê federasyoneke ku sînorê Kurdistanê hatine diyarkirin dixwazin.”

‘Ger Kurd nebin yek dê bi ser nekevin’

Sertaç Bucak di axaftina xwe de xwest hemû partî û hêzên Kurdan li gorî pîvanên demokratîkbûn û azadiyê bi hev re tevbigerin, bibin yek û got ku eger Kurd nebin yek dê bi ser nekevin û ev yek jî di zirara Kurdan de ye.

Sertac Bucak derbarê zarokên ku gihiştine PKKê de jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Ji bo kesên temenê wan 18 salî ne, nikarim tiştekî bibêjim. Lê li gorî qanûnên navneteweyî kesên ji 18 salî biçûktir zarok in û ti îradeyeke wan a ku biryara tevlibûna rêxistinek bibin û berê xwe bidin çiyê tine ye. Ji xwe PKKê jî berê peymana Cenevreyê îmze kiribû. Divê PKKê li gorî Peymana Cenevreyê tevbigere û wan zarokan careke din teslîmê malbatên wan bike. Malbatên van zarokan jî BDPyî ne û dengê xwe dane BDPê. PKKê divê li hemberî hilbijêrên xwe jî rêz û hurmetê bigre, li hemberî pîvanên navneteweyî rêz bigre”.