Li Sine şofêrên taksiyan ev 2 rojin neçûne ser kar

23-05-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Şofêrên taksiyan li bajarê Sine yê Rojhilatê wek nerazîbûnekî li hember kêmbûna nirxa kirêya taksiyan û kêmbûna asta dahatê wan, dest bi girevê kirin.

Ki gor zaniyariyan, şofêrên taksiyan li bajarê Sine li hemberî vê yekê ku kirêya taksiyan li bajêrê wan ne wek ya bajêrên din e û li deverên cuda bi qasî 35% cudahiya wê heeye, nerazîbûna xwe anîn ziman û duh û îro neçûn ser karê xwe.

Ji ber ku nirxekî destnîşankirî ji bo kirêya taksiyan bi awayekî fermî nehatiye danîn, lewra gelek caran pirsgirêk ji bo hemwelatî û şofêran bi xwe jî çêdibe.

Hat ragihandin ku duh û îro jî hejmarek ji şofêrên taksiyên bajaroka Hesenava yê girêdayî parêzgeha Sine dest bi gireva kar kirin û piştî wê civîna nerazîbûnê yek ji berpirsên taksîraniyê gefa betalkirina derfeta taksiyê li wan xwaribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst