Li Minbicê mayin teqiya: 2 xwişk û bira birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Minbicê mayin teqiya, di encamê de 2 xwişk û bira birîndar bûn.
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê xelkê sivîl bi berdewamî dibe qurbaniyên paşmayên şer.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Til Tovrînê yê Minbicê ku di bin kontrola HSDyê de ye di dema derbasbûna traktorê de mayin teqiya.
Di encama teqînê de du xwişk û bira birîndar bûn.
Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî SOHRê, îsal li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji ber teqîna bombe, top û mayinan 21 jin û 29 zarok jî di nav de bi giştî 97 sivîlan canê xwe ji dest daye.
Herwiha 12 jin û 50 zarok jî di nav de bi giştî 102 sivîl birîndar bûne.