Li Rihayê mam û birazî di golê de xeniqîn

23-04-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Wêranşar Canpolat Baran Îdrîs Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, mamê ku xwest, biraziyê xwe yê ku ketî golê rizgar bike, bi hev re xeniqîn.

Li navçeya Wêranşarê, Canpolat Baranê 14 salî ku li ber keviya golê avdanî dikir, şemitî golê.

Îdrîs Baranê 24 salî bi mebesta ku biraziyê xwe rizgar bike xwe avêt golê.

Piştî demekê mam û birazî ji ber çavan wenda bûn.

Kesên derdorê mam û birazî ji golê derxistin û bi otomobîlên xwe veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Mam û birazî li nexweşxaneyê tevî hemî midaxelyan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst