Li Rihayê du bira hatin birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê du bira bi çekan hatin birîndarkirin.

Dema Halîl (22) û Muhammed K. (18) li qehwexaneyekê rûniştibûn motorsiwarekî birûpoş gule li wan reşandin.

Ambulansan birayên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê.

Li gorî agahiyan, birînên yekî ji wan xedar in.

Ji bo ku gumanbar bên girtin xebat tên kirin.