Kolberekî bi lêdana otomobîla hêzên çekdar jiyana xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Mihemed Letîf Ehmedpûr, li sînorê Hengejale otomobîla hêzên çekdarên Îranê lêxist û piştî 4 rojan li nexweşxaneya Seqizê ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand ku Kolberê ji bajarê Baneyê Mihemed Letîf Ehmedpûr ku berî çend rojan otomobîleke hêzên çekdar lê xistibû û li Nexweşxaneya Şîfa Seqezê dihat dermankirin, ji ber dijwariya birînxa îro Yekşemê 23 Nîsana 2023yan canê xwe ji dest da.

Li gor raporta Hengawê kolbererê navborî, piştî rêgirtina hêzên çekdarên sînorî yên Îranê li sînorê Hengejelê ligel çend kolberên din ji karê kolberiyê vidigeriyan otomobîla serbaxî lê dide û dikev di bin otomobîlê de.

Li gorî çavkaniyekî agahdar, dema ku serbazekî ji pişt ve Mihemed Letîf Ehmedpûr girtiye û piştî çend metreyan kişandiye, wî hevsengiya xwe ji dest daye, lewma dikeve bin tekera piştê ya otomobîla serbazî ya hêzên Îranê.

Xizmekî nêzîk mallbata Ehmedpûr diyar kir ku di encama destewerdana bi zanebûn a hêzên çekdar ên Îranê de stû û milê Mihemed Letîf Ehmedpûr şikestine û piştre ji bo dermankirinê ew veguhestin Nexweşxaneya Şîfa ya bajarê Seqizê, lê piştî 4 rojan li wê derê canê xwe ji dest dide.

Mihemed Letîf Ehmedpûr 36 salî û zewicî bû û bavê zarokekî bû.