Cotkarên Kurd artêşa Iraqê bi piştgiriya Erebên hawirde tawanbar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Sergeran ji 42 gundan pêk tê û tevahiya nahyeyê ji bilî du gundan Kurd in, Erebên hawirde hewl didin zeviyên Kurdan ên li wê nahyeyê dagir bikin û cotkarên Kurd artêşa Iraqê bi piştgiriya wan tohmetbar dikin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hewldanên Erebên hawirde yên ji bo dagirkirina axa Kurdan zêde bûne. Hewldanên herî zêde yên Erebên hawirde li ser Sergeran a Kerkûkê bûye ku ji %70 petrola Kerkûkê li wir e. Di van salên dawî de aloziyên herî zêde di navbera Erebên hawirde û cotkarên Kurd de li gundê Pelkaneyê derketine.

Welatî dibêjin, Erebên hawirde bi berdewamî ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve tên piştgirîkirin û cotkarên Kurd li ber çavên wan rastî heqaret û gefan tên.

Cotkarên Kurd tekez dikin ku Erebên hawirde, li gorî madeya 140 hatine qerebûkirin û ew di bin çi fişarekê de zeviyên xwe radestî Ereban nakin.

Roja 21ê Nîsanê roja yekem a Cejna Remezanê şer û pevçûn di navbera Erebên hawirde û welatiyên gundê Palkana de derketibû, paşê Hêza Pêşmerge biryar da ku hêzekê bişîne wî gundî û li gor gotina şêniyên gund Heşdî Şeibî û Erebên hawirde ji gund vekişiyane.

Yek ji parêzerên cotkarên Sergeranê Şikar Merdan got, “Erebên hawirde hewl didin bi rêya dadgehê 30-40 hezar donim erd werbigirin û bibêjin ku ev dever ne di madeya 140 de ye lê ev dever di nav madeya 140 de ye û guhertinên demografî lê hatine kirin ku ew ji Nasiriyê hatine vir.”