Li Şirnexê bûyera trafîkê: 1 mirî, 1 birîndar

23-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Bûyera Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kamyonetek wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan îro Yekşemê 23ê Nîsana 2023an li ser rêya parêzgeha Şirnex û Sêrtê kamyonetek wergeriya ye û şofêrê kamyonetê û kesekî ligel wî bi giştî 2 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan şofêrê kamyonetê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û dermankirina birîndarê din berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst