3 sal piştî erdheja Xarpêtê xaniyên nû dane 4 hezar û 595 malbatan

23-04-2023
RÛDAW
3 sal piştî erdheja Xarpêtê xaniyên nû dane 4 hezar û 595 malbatan
3 sal piştî erdheja Xarpêtê xaniyên nû dane 4 hezar û 595 malbatan
Nîşan Xarpêt Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdheja di meha Çile ya 2020an a Xarpêtê de, navçe hatibû valakirin û dest bi rûxandina avahiyên ziyandîtî hatibû kirin, 3 sal piştî wê erdhejê ji bo 4 hezar û 595 malbatan xaniyên nû hatine çêkirin.

Xarpêt a Bakûrê Kurdistanê ji wan navçeyan bû ku di erdheja 6 Sibatê de jî bandoreke zêde li avahî û xaniyên wê bûn.

Zarokên malbatên mexdûrê erdhejê piştî ku malên wan hatin çêkirin, vegeriyane cihê xwe.

Rêvebera Bînasazî û Bajarvaniyê ya Xarpêtê Çigdem Keleşoglu got, “Li 11 cihên parêzgehê pirojeyên nûjenkirinê li heman cihî hatin cîbicîkirin û 5 hezar û 755 yekeyên nîştecîbûnê hatin çêkirin. 4 hezar û 595 yeke radestî xwediyê wan hatine kirin. 492 yeke amadene ku werin radestkirin.”

Ev proje ji aliyê Serokatiya Fermangeha Yekeyên Nîştecîbûnê yên bi kom ku bi TOKÎ tê naskirin ve hatine çêkirin. Welatî kêfxweş in ku piştî erdhejê bi zêdetirî sê salan vedigerin wî cihê ku dilê wan pê xweşbûyî.

Mexdûra erdhejê Aynûr Coşkun anî ziman, “Xaniyê me herifî û em li kolanê man lê piştre xanî ji me re hat çêkirin. Em niha jî hatine û tê de dest bi jiyanê dikin. Em her tim dua dikin.”

Di erdheja 2020an a Xarpêtê de 44 kesan canê xwe ji dest dabûn, hezar û 607 kes jî birîndar bibûn.

Her wiha 76 avahî di dema erdhejê de rûxiyabûn, 645 avahiyan jî ziyaneke zêde û 409 avahiyan jî ziyanên kêm dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst