Pisporê siyasî: Bingeha destpêşxeriya Rêveberiya Xweser ne zelal e

Hewlêr (Rûdaw) –  Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ragihandiye, pisporê zanistên siyasî Alan Pîrê jî derbarê wê destpêşxeriyê de dibêj: “Gelek têgeh û bingehên wê ne zelal in.”

Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û her wiha pispor û şarezayên bi warên siyasî helwest û nerînên cuda li ser destpêşxeriya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê didin.

Destpêşxeriya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê mijara vê heftiyê ya Bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê bû.

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Kêlo Îsa ji bernameyê re got, destpêşxerî ji encama xwendineke nû ya rewşa Sûriyê ye.

Serokê Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd got, Rêveberiyê nimûneyeke erênî li navçeyên xwe pêşkêş nekiriye heta ku destpêşxeriyekê ji bo tevahiya Sûriyê pêşkêş bike.

Pisporê zanistên siyasî Alan Pîrê ku li Zanîngeha Viyenayê kar dike ji Rûdawê re got, destpêşxeriya rêveberiyê bi giştî baş e, lê gelek têgeh û bingehên wê ne zelal in.

Heta niha, ne hikûmeta Sûriyê û ne jî Îtîlafa opozisyonê ti helwest û daxuyaniyên fermî derbarê Destpêşxeriya Rêveberiya Xweser de nîşan nedane.