Xelkê Kobanî gazinan ji kêmiya elketirîkê dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê elektirîk gelekî kêm e, hema bêjin tune ye, welatî gazinan ji kêmiya elektirîkê dikin, herî zêde rojê 5 seatan heye. Elektirîka wî bajarî ji herdu bendavên Tişrîn û Tebqa ne.

Herêma Kobaniyê take herêm e li Rojavayê Kurdistanê ku sîstema ampêran lê nîne. Ev yek bûye sedema ku krîza elektirîkê li wê derê tund be û bandorê li kartên cuda yên xizmetguzariyê bike, wekî firne, nexweşxane û kartên din, tevî jiyana rojane ya welatiyan li wê derê.

Serkirdeyê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî Ednan Bozan, ku xelkê Kobaniyê ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa rewşê dike û diyar kir ku elektirîka ji herdu bendavên Tişrîn û Tebqa tê berhemanîn tê ra bajêr nake.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê re ji wê herêmê wergirtine: Elektirîka Kobaniyê ji herdu bendavên Tişrîn û Tebqe tê. 3 - 4 demjimêran hêla elektîkê, rojane ji bo gundan heye. 5 - 6 demjimêran ji bo bajarê Kobaniyê heye. Kertên Firne, Nexweşxane, pîşe bi şêweyekî sereke ziyanê dibînin.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, projeya bikarînana jeneratoran ji bo dabînkirina elwktirîkê li Kobaniyê heye, lê heta niha nehatiye cîbicîkirin.