Malbata zarokekî 13 salî: Kurê me ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata zarokekî 13 salî li bajarê Minbicê dibêje  kurê wan ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Mihemed Nûr Ibrahîm, zarokekî 13 salî ye ji Minbicê ye, zêdeyî mehekê ye wenda ye, malbata wî dibêje, Ciwanên Şoreşger ji bo leşkeriyê birine.

Bapîrê wî Cuma Mistefa ji Rûdawê re got, neviyê wî 13 salî ye nikare bi tenê li Minbicê bigere.

Bîpîrê Mihemed Nûr got, ew ji bo neviyê xwe çûne Minbic, Kobanî û li hemû saziyên Rêveberiya Xweser li kurê xwe geriyane, û ji wan re dibêjin, wan neviyê wî nedîtine.

Cuma Mistefa dibêje: “Ji mehekê ve, zarokekî me winda bûye. Temenê wî 13 sal e. Ev Ixrac Qeyda wî ye. Çû Minbic û vegeriya rêbenda Heyye, otomobîleke hizbê hat û rahiştê. Ew zarokekî negihiştî ye. Temenê wî 13 sal e. Nizane here Minbic, êdî çawa hûn wî bi xwe re dibin, û hûn wî dibine kûderê? Ev zarok negihiştî ye, wî vegerînin ji bo kesûkarên wî. Wiha nabe, ev mehek e ew zarok hatiye birin, em lê digerin, li Kobanî û Minbic û me deverek nehiştiye em li wî zarokî negeriyane. Em bangewaziya xwe digihînin hemû aliyên berpirs di ber vê yekê de, wiha nabe, guneh e, çawa zarokekî 13 salî tê birin?! Hûn wî dibine ku derê? Ew nizane bi tenê derkeve derekê. Hûn wî zarokî dibine kûderê?! Nabe. Em bangewaziya xwe digihînin hemû aliyên berpirs, di ber vê yekê de, ji ber ku kesûkarên wî hemû, dilê wan bi ser ve ye, keskayî ji wan re tîne tiştan ji wan re tîne. Ev çi kar e?!”